Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê, li ser mijarê daxuyaniye da û got, "Rêxistinbûyîna YPJ'ê ya beriya demeke kin bi konferansekê pêk hat, ji bo demokratîkbûyîna Sûriyê û Şoreşa Rojava, bûye temînatek. Çawa ku şoreşa azadiyê ya Rojava ya 19'ê Tîrmehê bi pêşengiya helwesta çalak û berxwedêr a jinên li refên YPJ'ê bi pêş ket, îro jî ji bo parastina gelê Kurd, hemû gelên li Sûriyê û jinan, roleke girîng dileyze."
Di dewama daxuyaniyê de weha hat gotin; "Têkoşîna 40 salan a li Kurdistanê û berxwedana fedaiyane ya jinên Kurd, îro bingeha berxwedana jinê ya li Rojavayê Kurdistanê ye. Eger îro têkoşîna azadiyê ya jinê li Rojavayê Kurdistanê bi nasnameya YPJ'ê veguheriye artêşbûna jinê, ev bi saya Dîcle Kubanî, Şervin Dêrik, Şîlan Kubanî, Fîdan Efrîn û bi sedan jinên Rojavayî yên di rêya azadiyê de jiyana xwe ji dest dane, derketiye holê. Ev şehîdên me yên jin, bi bilindkirina têkoşîna azadiyê ya jinê re, têkoşîna azadiyê ya gelê Kurdistanê aniye qonaxa îro. Artêşbûyîna gerîlayên jin a xweser ya li Kurdistanê birêxistin dibe, ji ber ku xwedî perspektîfa rizgariya hemû jinan e, ne tenê jinên Kurd jinên Tirk, Erbe, Çerkez hwd. ên li Rojhilata Navîn di nava xwe de vedihewîne û rizgariya wan ji xwe re dike hedef. Jinên ku îro li Rojavayê Kurdistanê di nava YPG'ê de bi navê YPJ xwe xweser birêxistin dikin, xwedî li vê berxwedanê derdikevin. Têkoşîna azadiyê ya li Rojavayê Kurdistanê wê bi pêşengiya jinan bi ser bikeve. Em şehîda yekemîn a YPJ'ê Silav (Meryem Mihemed) a di rojên dawî de bi berxwedaneke leheng şehîd ket silav dikin û li ber bîranîna wê bejna xwe ditewînin. Em ji hemû şervanên YPJ'ê bi bawerin ku ewqê ji bo bîranîna hevala Silav têkoşîna li Rojava xurtir bikin û ji wan re serketinê dixwazin."
BEHDÎNAN
Ji bo Silava sersaxiya girseyî
Bi hezaran ji Partî, Tevger, Rêxistinên Civakî, Meclîsên Gel û saziyên girêdayî wan ji bo merasîma sersaxiya malbata Şehîd Silava berê xwe dan gundê Elendara yê navçeya Bilbilê ya Efrînê û sersaxiya malabata wê xwestin.
Bi hezaran Kurdistaniyan ji herêma Efrînê ji bo bi erka xwe ya sersaxiya malbata Meryem Mehemed (Silava) rabin, berê xwe dan gundê Elendara ya navçeya Bilbilê ya Efrînê cihê ku endama konsya leşkerî ya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) şehîd Silava ji dayîk bûye.
Welatî bi hezaran ji hemû Partî, Tevger, Rêxistinên Civakî, Meclîsên Gel û saziyên girêdayî wan berê xwe dan qada sersaxiya malbata şervana YPJ’ê û endama konsya leşkerî ya YPJ’ê şehîd Silava û sersaxiya malbatê xwestin.
Li vir bi navê Saziya Malbatên Şehîdan Hisên Hisên li ser rola şehîdan di azadiya gelan de axivî û got: “Şervana me Silava xwîna xwe ji bo azadiya welat û gelê xwe erzan daye, divê em doza wan bernedin û çeka wê li erdê nehêlin heta gelê me azadiya xwe distîne.”
Endamê Partiya Yekîtiya Demokrata Kurd li Sûriyê Mihemed Mihemed Şehîd Silava bi têkoşer Leyla Qasim şebihand û wiha got: “Em pir serbilind in ku keç û xortên me her tum amade ne û bi xwîna xwe welat û gelê xwe diparêzin.”
Endama Yekîtiya Star Fatme Hesen jî axivî û got: “Şehîda me Silava li rex mêran li serê çiyan berxwedanî dikir û em soz didin ku em doza wê bernedin.”
Di dawiya merasîma sersaxiyê de hin wêne û axaftinên Şehîd Silava di konferansa damezrandina Yekîneyên Parastina Jin de hatine pêşkêşkirin.
EFRÎN