Gerîlayên HPG/YJA Starê li herêma Xakurkê li dijî artêşa Tirk a dagirker çalakî pêk anîn û derbên giran li kozikên dagirkeran xistin. Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiyê daxuyaniyek weşand.
Di daxuyaniyê de ev agahî hatin dan: “Hêzên me yên YJA Starê di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya de 28’ê Adarê li herêma Xakurkê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî artêşa TC a dagirker a li ser Girê Şehîd Derwêş çalakiyek kirin. Derbên giran li kozik û stargehên dijmin hatin xistin. Hejmara leşkerên di vê çalakiyê de mirin û birîndar bûn nehate tespîtkirin. Yekîneya me ya çalakî kir bi serketî li wargehên xwe vegeriya.
NAVENDA NÛÇEYAN