
Endamên hêzên Asayîşa Êzîdxanê yên parastina Şengalê dikin, diyar kirin ku gund û cihên Şengalê ewle ne û banga vegerê li gelê Êzîdî kirin. Endamên Asayîşê tînin ziman ku ew rê nadin ti hêzê ku weke berê li ser gelê wan desthildatdariyê bike.
Ji 3’ê Texbata sala 2014’an ve Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) têkoşîneke bê eman li dijî çeteyên DAIŞ’ê dikin. Ev eniya berxwedanê roj bi roj mezin dibe. Asayîşa Êzîdxanê li gelek cihên Şengalê bi şev û roj ji bo parastinê zêrevaniyê dike û ekîbên xwe yên dewriyê derdixe.
Rê nadin ti hêzê
Endamên Asayîşa Êzdîxanê yên li Xanesorê banga vegera Şengalê li gelê Êzîdî yê koçberbûyî kir. Endamê asayîşê Berzan Berekat got, “Weke hêzên asayîşa Şengalê em parastina gelê xwe dikin. Ji niha û bi şûn ve, weke berê wê nikaribin li ser gelê me desthildatdariyê bikin, em ê rê nedin zilm û zordariyê li ser gelê me bikin. Hêzên asayîşê û şervanên YBŞ / YJŞ‘ê hemû bi hev re ji bo ewlehî û parastina gelê me li ber xwe didin. Bi avabûna YBŞ / YJŞ û hêzên asayîşê re gelê me di rewşeke asayî û aram de dijî. Ji bo gelê me bûyereke biçûk jî çêbe, em mudaxale dikin. Ji bilî xelkê Şengalê, mêvanên tên jî ji vê pergala parastinê razî ne.”
‘Werin nav refên me’
Berekat bang li hemû ciwanên Êzîdî kir û got, “Banga min ew e ku hûn nehêlin malbat pêşiyê li we bigirin. Werin li Şengalê beşdarî nav refên hêzên parastinê bibin. Weke berê bêçare nemînin. Li Şengalê êdî gav bi gav her tişt wê pêk were. Ji ber ku her tiştî ji nûve dest pê kir.”
Berekat diyar kir ku ji bo wan parastin û ewlehiya gelê wan ji her tiştî girîngtir e û wiha pêde çû: “Ji niha û şûn ve em ê destûrê nedin gelê me bikeve bin destê ti kesî yan jî bibe qurbanê siyasetên qirêj. Gelê me yê li Bakurê Kurdistanê mayî divê vegere Şengalê. Divê hem ciwan hem jî malbatên Êzîdî vê yekê zanibin. Armanca dewleta Tirk tinekirina gelê me ye li wir. Ji bo em van planên wan pûç bikin divê gelê me vegerin Şengalê.”
‘Vegerin Şengalê’
Murad Xanesor ê di nava yekîneyên Asayîşa Êzîdxanê de cihê xwe digire, axivî û got: “Banga me ji bo hemû gelê me yên li wargehan ew e ku vegerin ser xaka xwe. Divê ew vegerin ser xaka xwe ya pîroz a Şengalê. Em bi şev û roj parastina Şengalê dikin, bi bawer bin û dilniya bin ku tiştekî jê bitirsin û nerehet bin nîne.”