10 jinên ciwan ên Êzîdî piştî dewreyeke perwerdê bi merasîmeke leşkerî tevlî Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) bûn. Şervanên nû yên jin banga beşdarbûnê li tevahiya keç û xortên Êzîdî kirin.
Di merasîmê de fermandara YJŞ’ê Zîn Canfeda peyivî û got:”Em tevlîbûna jinên ciwan ji YJŞ’ê re weke serkeftin û pêşketineke mezin dibînin. Ji ber herî zêde jî pêwîstiya gelê Êzîdî ku di gelek fermanan re derbasbûye, bi xwe parastin û perwerdeyê heye.”
Zîn bang li jinên Êzîdî kir ku ji bo parastina civaka Êzîdî, tevlî nava refên berxwedanê û parastinê bibin.
Tola hemû şehîdan hilînim
Şervana YJŞ’ê Sozda Welat ku nû beşdarî YJŞ’ê bûye li ser armanca beşdarbûna xwe ya ji YJŞ’ê re ji ajansa RojNewsê re axivî û got, “Perwerdeya me bi awayeke serkeftî bi encam bû. Daxwaza min ji hemû jinên ciwan yên Êzîdî ewe ku tevlî refên YJŞ’ê bibin û li ser ramanên Rêber Apo xwe perwerde bikin û rêxistin bikin. Sedema beşdariya min jî ez xwedî li keda Rêber Apo ya ji bo daye derkevim û tola Mam Zekî û hemû şehîdan hilînime.”
Şehîdbûna Mam Zekî ji bo me gelek giran bû
Şervaneke din a nû ya bi navê Barîn Serdem ku bi şehîdbûna Mam Zekî Şengalî bandor bûye jî wiha axivî, “Şehîdbûna Mam Zekî ji bo me gelek giran bû û hêrs û kîneke mezin li gel me çêkir. Ji bo tola Mam Zekî û şehîdan hilînim, tevlî YJŞ’ê bûm.”
Barîn Serdem jî bang li keç û xortên Êzidî kir ku ji bo parastina Êzidxanê û Şengalê berê xwe bidin nava refên YJŞ’ê û YBŞ’ê.
ROJNEWS/ŞENGAL