Hêzên YJŞ’ê (Yekîneyên Jinên Şengalê) bi nameyeke niviskî destek dan çalakgerên mertalên zindî û got: “Her çiqas em li cihên cuda bin jî di milê birdozî û mêjî de ji bo heman armancê em kar dikin, şoreşgertî dikin.”

Mertalên zindî yên ku ji bo li hember dagirkeriya dewleta Tirk bisekinin bedena xwe xistine mertal bi biryardariyeke mezin didomin. Her roj ji deverên cuda cuda kes, rêxistin, sazî tên serdana van çalakgeran û piştgiriya xwe tênin ziman. Hin kes jî nikarin bi xwe werin lê belê bi nivîskî pêyamên xwe dişînin. Hêzên YJŞ’ê jî ji bo piştgiriya xwe nîşan bidin nameyek ji mertalên zindî re şandine.

Em ji bo heman armancê kar dikin

Nameya ku YJŞ’ê ji çalakgerên Mertalên Zindî re şandî wiha ye:

“Em wê berxwedaniya we ya mezin bi dil û can silav dikin. Em nikaribin fîzîkî werin ba we jî em di wê baweriyê de ne ev peyama me wê bighe destê we. Her çiqas em li cihên cûda bin jî di milê birdozî û mêjî de ji bo heman armancê em kar dikin, şoreşgertî dikin. Em li vir civaka xwe, gelê xwe ji dijminan ji dagirkeran diparêzin. We jî bi heman armancî bedenên xwe kiriye mertal û li dijî dagirkeriyê disekinin. Vê bizanibin dil û rihê me bi we re ye. Em di pêvajoyeke zahf dijwar de derbas dibin. Di her kêliyê de guhertinek çêdibe, pêşketin çêdibin. Di demeke wisa de me şehadeta Heval Helmet bihîst. Ev şehadet ji me re zahf giran hat, weke her şehadetekê. Çiqas dişibe şehadeta Mam Zekî. Her çiqas vê şehadetê me xemgîn kiribe, ji aliyekî din ve hêrs û kîna me ya li hember dijmin jî zêdetir kiriye. Ev şehadet barê me hîn girantir dike, berpirsiyartiyan dixe ser milê me. Me di tekoşîna azadiya xwe de zahf bedel dan, zahf şehîd dan. Tola van şehîdan rakirin erka me ya herî sereke ye. Çawa Mam Zekî bû pêşengê gelê Êzîdî, heval Helmet jî ne tenê ji bo Başurê Kurdîstanê ji bo tevahî Kurdîstanê bû pêşeng, bû hêz, bû moral, bû coş.”

ANF/QENDÎL