Endama YNK’ê li meclisa parêzgeha Hewlêrê Niyar Ozêr diyar kir ku piştî komên YNK û Tevgera Goran li meclisa Hewlêrê bûn yek hêza wan zêdetir dibe û got, êdî di meclisa Hewlêr de ew dibin xwedî yek biryar.
Niyar Ozêr weha peyivî; “Xalek din a lihevkirina navbera YNK û Tevgera Goran de, yekkirina komên meclîsên bajaran bû, ev jî pêk hat. Ev jî gaveke giring bû. Her çendî ku YNK lîsteya duyem bû, niha kursiyên wê zêdetir dibin û nêzî kursiyên PDK’ê dibin.”
Li meclisa parêzgeha Hewlêr PDK xwedî 12 kursiyan e. Her wiha YNK ku duyem e, xwedî 6 kursî û Tevgera Goran jî 4 kursiyên wê hene. Bi yekbûna komên YNK û Tevgera Goran kursiyên wan dibin 10. Her wiha Komeleya Îslamiya Kurdistanê xwedî 2 kursiye. Yekgirtûya Îslamî xwedî kursiyekê ye. Li gel aliyên din 13 Kursiyên wan hene jî, lê belê PDK’ê bi tena xwe hikûmeta xwecihî ya Hewlêrê ava kiriye û 13 kursiyên din tevlî nebûne.
YNK û Goran li Hewlêrê bi aliyên Tirkmen re civiyan
Konseya Hevbeş a Tevgera Goran û YNK’ê doh li Hewlêrê bi Eniya Tirkmen a li Hewlêrê re rûnişt û piştre jî li gel 11 aliyên din ên Tirkmenên Hewlêrê kom bû.
Lê belê 11 aliyên Tirkmen diyar kirin ku pêwîst bû Konseya Hevbeş li gel eniya Tirkmen nerûniştiba, bila ew jî tevlî civîna giştî bibûya.
Têkildarî hevdîtinên Konseya Hevbeş li gel aliyên Tirkmen jî, endamê Konseya Hevbeş Îsmaîl Namîq daxuyanî da çapemeniyê û got. “Aliyên Tirkmen lihevkirina navbera YNK û Tevgera Goran de erênî û baş dinirxînin. Her wiha diyar kirin ku ew li gel berfirehkirina lihevkirinê ne jî ne.”
HANA AZAD/ROJNEWS / HEWLÊR