Wezîrê Karên Derve yê Tirk Mevlut Çavuşoglu çend roj berê tevlî bernameya Maseya Edîtor a Ajansa Anadolu bûbû. Li wir Çavuşoglu pesnê PDK dida û digot, ew jî şerê PKK didin û bi xwe dibêjin PKK dijminê me ye jî. Çavuşoglu partiyên Kurd YNK û Goran jî tehdît dikir û ew bi hevkariya PKK tawanbar dikir. Çavuşoglu ji bo her du partiyên Kurd digot: “‘Hewlêr û Bexda piştgiriyê didin me ji bo em ser PKK’ê de bikin lê, YNK û Goran piştgiriya PKK’ê dikin û berdêla wê jî didin”
Goran li ser xeberdana Çavuşoglu daxuyanî da û got: “Em bi eşkereyî piştgiriya têkoşîna hêzên Kurdistanî dikin.” Berdevkê YNK’ê Sedî Ehmed Pîre jî li dijî Çavuşoglu rabû û got: “Şer çareserî nîne. Divê pirsgirêk bi rêya guftugoyê were çareserkirin.”
YNK: Şer çareserî nîne
Şevê din Berdevkê YNK’ê Sedî Ehmed Pîre li Hewlêrê der barê dagirkeriya Tirk a li ser Başûrê Kurdistanê û daxuyaniyên Wezîrê Karên Derve yê Tirk Mewlûd Çavuşoglu de daxuyaniya çapemeniyê da.
Pîre li ser axaftina Çavuşogulu ya, “YNK û Goran piştgiriya PKK’ê dikin’ de got: “Nêrîna me ya derbarê pirsgirêkên li Tirkiyeyê de neguheriye. Em weke YNK wisa bawer dikin ku pirsgirêk bi rêya aşitiyê dikare bê çareserkirin û şer çareserî nîne.”
Ji alikî re xweş dike!
Pîre li ser pirsa ka gelo ewê navbeynkarî di navbera Tirkiye û PKK’ê de bikin jî wiha axivî: “Navbeynkarî kirina navbera Tirkiye û PKK’ê de ne karê me ye. Ji xwe di dema xwe de Mam Celal navbeynkariyê kiriye.”
Sedî Ehmed Pîre li ser axaftinên Çavuşoğlu ku YNK’ê hedef digire jî got, “Ev agahiyên dem û dezgehên îstîxbaratî ne û hewldana xweşkirina têkiliyan bi aliyek re û dijber kirina aliyekî din e.”
Vê yeke naveşêrin
Tevgera Goran jî pêr bersiva Çavuşoglu da û diyar kir ku ew bi eşkereyî piştgiriya hemû Kurdên parçeyên Kurdistanê dikin û vê yeke naveşêrin.
Tevgera Goran di daxuyaniya xwe de dubare bi bîr xist ku ew desteka xwe ya ji bo têkoşîna mafên Kurdan naveşêrin û wiha pê de çû:”Tevgera Goran ne veşartî ye û weke Birêz Newşîrwan Mistefa jî dibêje ku Tevgera Goran piştgiriya Kurdên derveyî Herêma Kurdistanê û Iraqê dike ji bo bidestxistina mafên xwe yên netewî û çandî, em jî vê helwesta xwe naveşêrin.
Di navbera Hewlêr û Silêmanî de cûdahiyê
Tevgera me hêzek siyasî, medenî û bê çek e. Şêwaza karkirina wê çareseriya pirsgirêkan bi rêya guftûgo û xebatên medenî yên dûrê tundûtûjiyê ye.
Dewleta Tirk bi pratîkî û niha jî Çavuşoglu di navbera Hewlêr û Silêmanî de cûdahiyê dike. Destûr neda seferên hewayî yên balafirgeha navnetewî ya Silêmanî. Tirkiye zererek mezin jî gihandiye welatiyên vê herêmê.
Daxuyaniyên wiha revîna ji çareseriyên pirsgirêkan bi rêyên aştiyane û aloziyên li herêmê kûrtir dike.”
NAVENDA NÛÇEYAN