Şandeyek bilind a Komeleya Îslamî bi serokatiya Elî Bapîr ku pêk dihat ji Rêbvar Mihemed, Hesen Babekir, Mihemed Kewrîm û Enwer bi Endamên Polîtburoya YNK’ê re li Silêmaniyê li hev rûniştin. Endamên Polîtburoya YNK’ê Hêro Îbrahîm Ehmed, Mela Bextiyar, Qadir Hemecan û Omer Fetah pêşwaziya şandeyê kirin.

 

Elî Bapîr: Divê em aliyên siyasî li hev bên  

Piştî civîna Komeleya Îslamî û YNK’ê li mekteba siyasî ya YNK’ê ya Silêmaniyê, serokê Komeleya Îslamî Elî Bapîr ku daxuyaniyek çapemeniyê da, wiha got; “Civîna me li gel YNK’ê erênî derbas bû.”

Bapîr têkildarî krîza Herêma Kurdistanê jî wiha got; “Ji vê zêdetir tiştek ji destê me nayê û pêwîst e rewş ji vê xirabtir neyê kirin. Divê me alî li hev bên.”

Li gor agahiyên hatin girtin, di civîna Komeleya Îslamî û YNK’ê de li rex guftûgoya krîza siyasî û aborî, li ser xwepêşandan û boykotên karmend, mamosta, polîs, pêşmerge û nerazîbûnên gel jî nîqaş hatine kirin. 


 SILÊMANÎ