Li ser vê yekê parlamenterê YNK’ê Rêbwar Teha bersivekî tund da Çîçek û got: “Kurdên Iraqê wekî terorîst temaşeyî PKK’ê nakin.” Endamê şanda parlamentoya Iraqê û parlamenterê YNK’ê li parlamentoya Iraqê Rêbwar Teha di hevdîtina şanda Iraqê ya ligel serokê parlamentoya Tirkiyê Cemîl Çîçek de bersiva Çîçek da.
PKK mafê Kurdan diparêze
Teha li ser axaftinên Cemîl Çîçek a divê wekî rêxistinekî terorîst li PKK’ê bê temaşekirin, wiha got: “Piştî destpêkirina pêvajoya aştiyê ya li Tirkiyê ku ev du sale didome, me nûçeya kuştina ciwanekî tirk an jî kurd nebihîstiye. Pêwîste di vê derbarê de hikûmeta Tirkiyê pêngavên ciddî bavêje, berjewendiyên gelê kurd û tirk di aştiyê de ye. Bi vî awayî PKK gunehbarkirin, xizmeta aştiya netewî nake.” Li gor Radyoya Newa wî parlamenterê YNK’ê di berdewama axaftinên xwe de wiha gotiye: “Piştî bûyerên 10’ê hezîranê, hêzên PKK’ê rolekî qehremanene leyîstin û li hemberî terorîstên DAIŞ’ê rawestiyan.”
Rêbwar Teha di civînê de gotinên serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî bi bîr anî ku gotibû, PKK wekî wan li dijî DAIŞ’ê şer dike. Parlamenterê YNK’ê Rêbwar Teha derbarê gotinên Cemîl Çîçek de wiha got: “Gêrîllayên PKK’ê di hewarçûyîn û parastina bi hezaran welatiyên kurd ên Êzîdî de rolekî bi bandor û mezin leyîstine. Lewra kurd li Iraqê li dijî wê yekêne PKK wekî terorîst bê navkirin.” Şanda parlamentoya Iraqê roja şemiyê bi serokatiya serokê parlamentoya Iraqê Selîm Cibûrî serdana Tirkiyê kiribû û ligel serokê parlamentoya Tirkiyê hevdîtin pêk anîbû.
ROJNEWS/SILÊMANÎ