Komîsyona Yasayî ya Parlamena Herêma Kurdistanê, rapora sererastkirina Yasaya Serokatiya Herêmê bi dengê heft endaman erê kir. Komîsyonê rapor şand parlamenê, lê komên Nifşê Nû, Yekîtiya Nîştimanî Kurdistan û Komela Îslamî Kurdistanê rapor îmze nekir.
Komîsyona Yasayî ya Parlamenê doh li ser sererastkirina rapora yasaya Serokatiya Herêmê civiya. Civîn nîv saetê dewam kir û di civînê de komîsyonê rapor temam kir û erê kir.
Endamê Komîsyona Yasayî û Endamê Fraksiyona YNK’ê Ebas Fetah, li Parlamena Herêma Kurdistanê civîneke çapemeniyê li dar xist. Ebas diyar kir ku ew beşdarî civînê bûne, lê ji ber nihêrînên wan yên heyî, wan rapor îmze nekiriye.
Ebas Fetah di dewamê de got; “Me wekî Koma YNK’ê daxwaz kir ji bo vê destûrê lez neyê kirin. Lê ti kesî bi gotina me nekir. Me got, bila dengdan veşartî were kirin, ew jî nehat pejirandin. Me got, em desthilatdariyê diyar bikin, gotin, nexêr em ê di destûrê de diyar bikin.”
Ji bilî YNK’ê, Koma Nifşê Nû û Komela Îslamiya Kurdistanê jî rapor îmze nekir.
ROJNEWS / HEWLÊR