
Li aliyekî din 2 kesên ku di pevçûnên roja Înê de dîl hatine girtin axivîn û poşmanbûna xwe di beşdariya xwe di pevçûnan de anîn ziman. Ew ên dîl diyar kirin ku fermandariya wan “Tugaya El-Tewhîd” hejmarek çekdar ji bajarê Helebê anîn û li bajaroka Dêrcemalê kom kirin û ji wan re gotibûn ku dê herin şerê rêjîmê û leşkerên Hizib Al-Lah li bajarokên Nibol û Zahraa bikin.
Yekî ji yên dîl got ku hin fermandarên wan Tugayan têkliyên wan rasterast bi istixbaratên rêjîmê re hene û êrîşên li ser hin navendên ewlehiya leşkerî ya rêjîmê haya istixbarat jê heye.
'Dijminatiya Kurdan nekin'
Dîlê bi navê Îsmaîl Ehmed Îsmaîl ji tabûra Ebo Cumaa ya Tugaya El-Tewhîd diyar kir ku fermandariya Tugayê hejmarek ji çekdaran ji taxa Seken El-Şebabî ya bajarê Helebê bi hinceta bi leşkerên Hizib Al-Lah re li bajarokên Nibol û Zahraa şer bikin anîne, lê dema ew li gundê Zaretê şerê Kurdan dikirin ew matmayî mane.
Îsmaîl da zanîn ku Şêxekî fetwayek di derbarê rewatiya vî şerî de derxistiye, her wiha got ku wan tehdîd ji fermandarê xwe dîtine eger bi paş ve vegerin.
Herdu kesên dîl hatine girtin bang li hevalên xwe û Artêşa Hur kirin ku çekên xwe berve rêjîmê Baasê bikin û dijmantiyê di navbera biratiya Kurd û Ereban dernexin. Her wiha diyar kirin ku ji ber şerê wan bi Kurdan re moralên lêşkerên Artêşa Hur pir daketî ne.
Hate zanîn ku pevçûn heta niha bi awayekî demdemî li gundên Basilê, Aqîbê, Bênê û li ser rêya di navbera Basilê û Zaretê de yên navçeya Şêrewa ya Efrînê hîn didomin.
ANHA/EFRÎN