Yekîneyên Parastina Gel (YPG) encamên şerê 50 rojan ên ku li rojavayê Kurdistanê û Helebê di navbera şervanên YPG/YPJ’ê û çeteyên DAIŞ’ê de qewimîne, aşkera kir. Hat ragihandin ku di şer û pevçûnên 50 rojan de 945 çete hatin kuştin, 79 şervanên YPG’ê jî şehîd ketin.

Rojnamevanên li herêma Cizîra rojavayê Kurdistanê, li herêma Serêkaniyê li cihên şer û pevçûnan lêkolîn kirin. Rojnamevan di çarçoveya gera ku ji aliyê Yekitiya Ragihandina Azad ve hat organîzekirin û piştî destûrdayîna YPG’ê dest pê kir, li gundên Elok, Cafa, Dirdara û hin deverên din ên şer lêkolîn hatin kirin û bi şervanên YPG’ê û bi welatiyan re hevpeyvîn hatin kirin.
Der barê şer û pevçûnên li herêmê de berdevkê çapemeniya YPG’ê Rêdur Xelîl agahî dan. Xelîl diyar kir ku êrîşên li ser rojavayê Kurdistanê ji aliyê çeteyên Dewleta Îslamî Iraq û Şam (DAIŞ)/El Nusra ve pêk tên û aşkera kir ku hin komên girêdayî Artêşa Azad jî piştgiriyê didin çeteyan.
Xelîl her wiha da zanîn ku bi êrîşên li ser herêma Çilaxa û Girkê Legê hatiye armanckirin ku herêma Dêrik û Qamişloyê ji hev bê qutkirin. Xelîl got ku heman siyaset di êrîşa li gundê Elokê de jî hatiye meşandin û hatiye xwestin ku Serêkaniyê û Dirbêsiyê ji hev bên qutkirin.
Xelîl, anî ziman ku hêzên wan hemû plan û êrîşên li ser herêmê vala derxistine û gelek gund ji destê komên çete rizgar kirine û wiha got: “Operasyona şoreşgerî ya paqijkirina herêmê berdewam e û heta niha pevçûnên li herêma Dêrikê heta navçeya Cindirêsê û gundê Qestel Cindo yên Efrînê berdewam dikin.”
Rêdûr Xelîl helwesta ENKS’ê ya der barê êrîşên li ser rojavayê Kurdistanê de jî rexne kir û ev tişt got: “ENKS’ê helwesta xwe ya der barê êrîşên DAIŞ’ê de baş diyar nekir. Daxuyaniya ku ENKS’ê dabû gelekî dereng ma. Her wiha ji ber helwesta rêveberiya başûrê Kurdistanê, êrîş li ser Rojava zêde bûn, rêveberiya Başûr sînor girtine û pêşmerge li ser sînor bi cih kiriye.”
Rêdûr Xelîl bal kişand ser şer û pevçûnên ku di 16 tebaxê heta niha li Rojava û Helebê didomin û ev agahî dan: “Di vê demê de heta niha komên çete 945 kuştî dan. Komên çete di vê demê de 10 caran êrîşên bi wesayîtên bombebarkirî û 11 caran jî êrîşên întîxarî pêk anîne, di van şeran de bi giştî 79 şervanên YPG’ê şehîd ketine.”
Xelîl, di dawiya axaftina xwe de êrîşên komên çete yên li Hewlêrê jî şermezar kir û diyar kir ku armanca çeteyan ew e ku li tevahiya Kurdistanê tirs û xofê têxin dilê gel û ji gelê Kurd xwest li dijî van êrîşan yekitiya xwe xurt bikin.

ANHA /SERÊKANIYÊ 




Li gundê Meerîn 19 çete hatin kuştin

Yekîneyên Parastina Gel (YPG) li ser banga alîkariyê ya welatiyan, li dijî bargeha komên çekdar ên Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê (DAIŞ) a li gundê Meerîn a girêdayî Ezazê çalakî lidar xist. Hate gotin ku di encama çalakiyê de 19 endamên DAIŞ’ê hatine kuştin.
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin şêniyên gundê Merin a girêdayî Ezaz a Helebê li dijî komên çete ji hêzên YPG’ê alîkarî xwest. Li ser vê yekê hêzên YPG’ê li dijî bargeha komên çekdar ên DAIŞ’ê a li gund çalakî lidar xist. Hate gotin ku di encama çalakiya ku duh di saetên êvarê de destpê kir â hate saetên sibehê dom kir de 19 endamên DAIŞ’ê hatine kuştin û gelek jî birîndar bûne. Her wiha di çalakiyê de 3 wesayîtên di wargehê de hatin ruxandin.
Li heman herêmê duh jî pevçûn derketibûn û 13 çete hatibûn kuştin. Di herdu pevçûnan de bi giştî 32 çete hatin kuştin.
Duh her wiha şêniyên Ezaz, Meerîn û gundên derdorê li dijî çeteyên DAIŞ’ê meşiyabûn. 

EFRÎN




Şervanên YPG'ê spartin axê

Cenazeyên şervanên YPG’ê Jiyan Ihriz, Mehebet Silêman (Adar Zagros), Zelal Dêrik, Evraz Yûsif û Kanîwar Mehmûd Osman ku di pevçûnên li Serêkaniyê û Dêrikê de jiyana xwe ji dest dabûn, ji aliyê hezaran kesî ve hatin definkirin.
Cenazeyên şervanên YPG’ê Jiyan Ihriz, Mehebet Silêman (Adar Zagros), Zelal Dêrik û Evraz Yûsif ku di pevçûnên li herêma Çilaxa di pevçûnên gundê Sefa de jiyana xwe ji dest dabûn, ji aliyê hezaran kesî ve ji nexweşxaneya Wetenî ya Dêrikê hatin girtin. Piştre 4 cenaze bi karwanekî ku ji sedan wesayîtan pêk tê birin Goristana Şehîd Xebat Dêrik. Welatiyên ku posterên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan, alên TEV-DEM, YPG û YPJ’ê vekiribûn bênavber diruşmeyên ‘‘Şehîd namirin” û “Bijî berxwedana YPJ/YPG” berz kirin.
Piştî karwan gihişt goristanê li goristanê merasîm hate lidarxistin. Di merasîma ku bi rêzgirtinê destpê kir de, endama Desteya Rêveber a Yekîtiya Star Roza Yûsif axivî û bal kişand ser berxwedana hêzên YPG’ê ya li dijî komên çekdar. Roza Yusif da zanîn ku gelê Kurd dê bi hemû hêza xwe parastina destkeftiyên xwe bike.
Piştî axaftinê cenazeyên şervanên YPJ/YPG bi tilîlî û diruşmeyan spartin axê.
Cenazeyê şervanê YPG’ê Kanîwar Mehmûd Osman ku di pevçûna li Serêkaniyê de jiyana xwe ji dest dabû jî, ji aliyê hezaran kesan ve ji Navenda Saziya Malbatên Şehîdan a Dirbêsiyê hatin wergirtin. Cenaze piştre jî di nava diruşmeyên ku dilsoziya bi YPG’ê re tînin ziman de, li ser milan birin Meydana Şehîdan. Di meşê de her wiha posterên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan, alên YPG, YPJ û TEV-DEM’ê hatine vekirin.
Li Meydana Şehîdan ji bo Mehmûd Osman merasîm hate lidarxistin. Di merasîma ku bi rêzgirtinê destpê kir de, li ser navê malbata şervanên YPG’ê Kanîwar Osman, SZK, Konferdresyona Xendekarên Kurd ên Welatparêz û meclîsa Gel a Dirbêsiyê axaftin hatin kirin.Di axaftinan de soza şopandina riya şehîdan û parastina destkeftiyên şoreşa Rojava hate dayîn.
Piştî axaftinan cenazeyê şervanên YPG’ê Karwan Mehmûd Osman bi karwanekî wesayîtan birin Goristana Şehîd Rustem Cûdî ya li gundê Berkevirê û li vir bi diruşme û tilîliyan spartin axê. 

DIRBÊSIYÊ/DÊRIK