Şervanên YPJ/YPG`ê topbarana artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ya li dijî gundê Îska yê navçeya Şêrawa ya ser bi Herêma Efrînê dibersivînin.
Artêşa Tirk û çeteyên gundê Îska yê navçeya Şêrawa doh topbaran kir, topbaran giha gundên Mêrenaz, Wêlat EL-Qadî û Nuqteya EL-Berad ên girêdayî navçeya Şera û her wiha gundê Minix, Eyn Deqnê û Belûniyê yên kantona Şehbayê.
Artêşa Tirk û çeteyên wê gundê Îska ji Keleha Semanê topbaran dikin, topbaranê pêr heta derengî şevê dewam kir û zerar giha mal û milkên şêniyên gund.
YPJ/YPG`ê bersiva vê topbaranê doh da.
Di dîmenên ANHA`ê barvekirî de diyar dibe ka çawa şervan bersiva Artêşa Tirk û çeteyên wê didin. Dema nûçe dihat amadekirin jî ji herêmê dengê topan dihat.
ANHA/EFRÎN