Di civîna ku gelek dezgehên saziyan amade bûn de Xelîl diyar kir ku li gelek deverên Rojavayê Kurdistanê di navbera şervanên YPG’ê û çeteyên DAIŞ’ê de şer û pevçûnên dijwar rû dane û di encamê de gelek çeteyên DAIŞ´ê hatine kuştin û dîl girtin. Xelîl di destpêka axaftina xwe de got ku sala 2014’an sala berxwedana mezin a şervanên YPG’ê li dijî hovîtiya çeteyên DAIŞ’ê bû. Piştre bi kurtasî der barê bûyerên leşkerî de agahî dan û da zanîn ku hêzên YPG’ê di vê salê de di 3 qonaxên dîrokî de derbas bûye.

Sê pêngavên girîng

Xelîl wiha pêde çû: “Qonaxa yekemîn ew bû ku hêzên YPG’ê di berxwedaneke dîrokî de bi hezaran Kurdên Êzidî yên Şengalê ji Komkujiyên çeteyên DAIŞ’ê rizgar kirin. Her wiha korîdorekî mirovahî di navbera Şengalê û Rojava de vekirin û têre nêzî 150 hezar welatiyên Şengalê derbasî Rojava  kirin. Qonaxa duyemîn berxwedana dîrokî ya herêma Kobanê bû ku tevahî cîhanê li hemberî vê berxwedanê tevî kêmderfetên leşkerî ku şervanan li hemberî hemû cureyên çekan li ber xwe didin, matmayî ma. Her wiha qonaxa sêyemîn jî ew e ku destpêkirina operasyona parastin û rizgarkirinê li eniyên gundên Til Hemîs, eniya rojava Serêkaniyê û heta aliyên bajarokê Mebrûka û gundê Aliyeyê bû.”

Em hêza hemû pêkhateyan in

Xelîl di berdewama axaftina xwe de destnîşan kir ku berxwedana dîrokî ya şevanên YPG’ê û YPJ’ê ne tenê ji bo parastina Kurdan bû, lê belê parastina hemû pêkhateyên Rojavayê Kurdistanê ji Ereb, Suryan, Asûr, Eremen, Çeçen û Kurdan dikir. Xelîl ev tişt li axaftina xwe zêde kir: “Berxwedana YPG/YPJ’ê di sala 2014’an de îspat kir ku ew hêzeke profesyonal e û hêza sereke di têkbirina çeteyên DAIŞ’ê de ye.” Xelîl der barê projeyên wan di sala 2015’an de da zanîn  ku ji berxwedana xwe li dijî çeteyên DAIŞ’ê xurtir bikin, dê hevkariya xwe bi hêzên têkildar re zêde bikin û wiha got: “Ji bo armanca me di têkbirina DAIŞ’ê de pêk were, em ê hêza xwe ya leşkerî di aliyê hejmar û perwerdeya pispor de xurtir bikin.”

Encamên salekê yên leşkerî

Xelîl piştre derbarê bilançoya şer û pevçûnên li dijî çeteyên DAIŞ’ê di sala 2014’an de li seranserî eniyên şer ên Rojavayê Kurdistanê ev agahî dan: “Di sala 2014’an de hêzên YPG’ê 337 operasyon û çalakiyên leşkerî li dar xistin. Her wiha di 414 pevçûnên rasterast li hemberî çeteyan re derbas bû. Di encamê de 4 hezar û 964 çete hatin kuştin û cenazeyên 228 çeteyan ketin destên şervanan. Her wiha 11 çete bi saxî hatin girtin. Li aliyê din çeteyên DAIŞ’ê 74 êrîşên xwekujî pêk anîn.” Li gorî bilançoya Xelîl daye rêzkirin, di operasyon û çalakiyên leşkerî de 167 wesayîtên leşkerî, 13 tank, 8 wesayîtên doçka li ser, 7 wesayîtên Hamar, 3 panzêr, 26 çekên doçka, 4 wesayît, 2 topavêjên 57mm, çekeke katyoşa, 6 motoskilêt û 3 hawanavêj ên çeteyan hatine rûxandin. Her wiha 16 wesayît, 3 panzêr, 4 wesayîtên Hamar, 316 kilaşnîkov, 48 BKC, 60 RBG, 8 M16, 3 AKS, çekeke Sekvan,2 tivingên Brno, hawanavêjek, 3 çekên doçka, bombeavêjek, çekeke şêlka, 14 top, 19 demace, 31 bêtêl, 287 mayîn, 450 bombeyên destan, 114 rext, 24 dûrbîn, 3 kemberên teqemenî, kompiyoterek, kamîreyek û bi hezaran fîşekên BKC û kilaşînkov ji aliyê şervanên YPG’ê û YPJ’ê ve hatine desteserkirin. Her wiha hêzên YPG’ê gelek belgeyên leşkerî jî desteser kirin.

537 şervan canê xwe gorî kirin

Berdevkê YPG´ê Rêdûr Xelîl da xuyakirin ku di sala 2014’an de 537 şervanên YPG’ê û YPJ’ê bi lehengî derketine asta şehadetê û ji van 14 şervanên hêzên Navenda Çalakiyên Burkan El-Firat in. Civîn bi bersivdayîna Rêdûr Xelîl ji pirsên rojnamevanan re bi dawî bû.


ANHA/GIRKÊ LEGÊ