Der barê êrîş û teqînên DAIŞ´ê li Başûrê Kurdistanê de Fermandariya Giştî ya YPG'ê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de êrîşên li dijî Başûrê Kurdistanê weke li dijî tevahiya Kurdan hatin nirxandin û wiha hate gotin: "ev  êrîş li dijî tevahiya gelê Kurd e. Ev êrîş destketiyên gelê Kurd ku bi xwîna xwe bi dest xwe xistine, dike hedef.”

YPG´ê bi bîr xist ku çeteyên DAIŞ’ê ev bêhtirî salekê ye bi hevkariya hêzên tarî êrîşan li dijî gelê Kurd pêk tînin û wihapêde çû: “em wekî YPG’ê ev sal û nîveke li hemberî êrîşên komên radîkal ên tundiraw li ber xwe didin. Me gelek caran ji  aliyan hemûyan re diyar kir ku çeteyên DAIŞ’ê êrîşan li dijî gelê kurd plan dikin û armanca wan tinekirina gelê Kurd e. Di berxwedana me li hemberî van çeteyan de, gelek tecrûbeyên me çêbûn û şervanên me bi xwîna xwe efsaneyên dîrokî nivîsandin.”

´Em di yek mewziyê de ne´
 YPG’ê di daxuyaniyê de ragihand ku ew amade ye piştgiriyê bide Başûrê Kurdistanê û wiha domand: “hêzên YPG’ê êşa gelê Başûrê Kurdistanê parve dikin û sersaxiyê ji malbatên qurbaniyan re dixwazin û şîfa xêrê ji birîndaran re dixwazin. Em îlan dikin ku em li rex gelê xwe li Başûrê Kurdistanê û hêzên pêşmergeyan li hemberî êrîşên çeteyan di heman mewziyê de ne. Em amadebûna xwe bi temamî ji bo piştgriya Başûr îlan dikin û em amade ne pisporên leşkerî bişînin Başûr ji bo ku alîkariyê bidin gel.” Di dawiya daxuyaniya Fermandariya Yekîneyên Parastin Gel bang li tevahiya gelê Kurd kir ku yekîtiya xwe xurt bike û di vê demaman û nemanê de ji berjewendiyên partiyane dûr bikeve û bi hev re berxwedana li hemberî dijminê gelê kurd bimeşîne.

QAMIŞLO