Çeteyên Dewleya Îslamî Iraq û Biladî Şam (DAIŞ) demek dirêj bû gundên Kilê, Şêx Kerez û Diwa Jêrîn yê ku dikeve nev habera Cindirês û Atmê, wekî baregehê bi kar tanîn û li vir êrîşê gelek herêmên gelê Rojava dikirin. Duh şervanên YPG/YPJ’ê li dijî van baregehên çeteyên DAIŞ’ê operasyonek dan destpêkirin. Hat ragihandin di operayona şervanên Kurd de 16 endamên komên çete hatine kuştin û bi dehan jî birîndar bûne.

Li Diwa 8 çete hatin kuştin

Li gorî agahiyan pêr li girên derdora gundên Şêx Kerez, Diwa Jêrîn a navçeya Cindirêsê jî di navbera şervanên YPG/YPJ’ê û çeteyên DAIŞ’ê de şerên dijwar rûdane û di şer de 8 çete hatine kuştin û gelek birîndar bûne. Li gorî agahiyên ku hatin girtin çeteyan dîsa birîrîndarên xwe bi riya ambûlansên dewleta tirk derbasî Tirkiyeyê kirine.
Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên YPG’ê hatine girtin, yekîneya tangên YPG’ê pêr navendek çeteyên DAIŞ’ê ya nêzîkî Atmê hedef girtine û di encama bombebaranê de navend bi temamî hatiye rûxandin û gelek çete hatine kuştin. Lê hejmara kuştiyên çeteyan nehatin zanîn.

Şerê li Helebê didome

Çeteyên girêdayê Dewleta Îslamî Iraq û Bîlad Şam (DAIŞ)/El Nusra, di 6`ê îlonê de bi çekên giran êrîşî taxên Kurdan yên bajarê Helebê kiribûn. Şerê herêmê nêzî mehekî ye cih bi cih berdewam dike. Berxwedana şervanên YPG/YPJ’ê û Eniya El-Ekrad ya li dijî komên çete jî berdewam dike. Hat ragihandin ku pêr êvarê li taxa Seken Elşebabî şer û pevçûnan rû dane, lê der barê kuştî û birîndaran de tu agahî nehatin bi dest xistin.

Li Til Temir teqîn

 Hat ragihandin ku komên çete bi wesayîtek bombebarkirî êrîşî noqteyeke YPG’ê kirine û di encama teqînê de 3 kesên sivîl birîndar bûne. Li gorî agahiyên ku çavkaniyên herêmî dane, êrîş pêr êvarê pêk hatiye. Hat ragihandin ku wesayîtek bombarkirî li nêzî noqteya YPG’ê hat teqandin. Di encama teqînê de 3 welatiyên sivîl birîndar bûn.

 ANHA/EFRÎN