Şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) hem rojavayê Kurdistanê û hem jî Kurdên li Sûriyeyê dijîn diparêze. Hêzên rejîma Sûriyeyê ku êrîşî Kurdên Helebê kir rastî berxwedan şervanên YPG'ê hat. Hat diyarkirin ku şervanên YPG'ê herî kêm 20 endamên rejîma Sûriyeyê kuştin.

Li aliyekî komên çete yên Tirkiyeyê, li aliyê din jî hêzên rejîma Sûriyeyê êrîşî ser Kurdan dikin. YPG bi berxwedana xwe ya dîrokî gelên Rojava û Kurdên li hemû bajarên Sûriyeyê dijîn diparêzin. Piştî ku şervanên YPG'ê Girê Zîro ji destê hêzên rejîma Sûriyeyê derxist û komên çete yên Tirkiyeyê ji Rojava derxistin, êrîşên li ser Kurdan kêm nebû.
Hat hînbûn ku hêzên rejîma Sûriyeyê hewl dan ku ji ser riya Yek û Du têkevin taxa Eşrefiyeya Helebê. Şervanên YPG'ê demildest bersiv da vê êrîşa hêzên Sûriyeyê û destûr nedan ku têkevin nav taxê. Şervanên YPG'ê di ketina taxê de bi hêzên Sûriyeyê re ketin şer. Piştî berxwedana bi saetan şervanên YPG'ê hêzên Sûriyeyê ji wir qewirandin. Hat hînbûn ku di şer de herî kêm 20 endamên hêzên Sûriyeyê hatin kuştin û gelek kes birîndar bûn. Hat zanîn ku hêzên Sûriyeyê kuştî û birîndarên xwe li pey xwe hiştine û ji wir reviyane.
Çavkaniyên herêmê ragihandin ku şervanên YPG'ê cihê ku hêzên Sûriyeyê desteser kiribûn ji destê warn derxist û dîsa radestî paneberan kirin.

Ciwanê Kurd winda ye

Her wiha li Helebê ciwanê Kurd Şêx Mûsa Mehmûd ji 45 rojan zêdetir bi armanca kar ji mala derketibû, hîn winda ye. Li taxa Şêxmeqsûd a Helebê ciwanê Kurd Şêx Mûsa Mehmûd beriya 45 rojan ve dema ku nan difrot winda bû. Malbata Mehmûd diyar kir ku kurê wan di karê dirûtinê de dixebitî, lê ji ber rewşa ceyranê ya xerab Mehmûd neçar ma ku berê xwe bide firotina nan. Mehmûd ji ber rewşa ewlekariyê yê dijwar ji taxa Şêxmeqsûd derneket jî,  lê 45 de winda bû. Malbata Mehmûd diyar kirin ku kesên ku kurê wan dîtiye demildest agahiyê bidin wan. 

HELEB