
Komên çete yên AKP’ê ev 15 roj in bênavber xwestin ji Serêkaniya serxetê têkevin Serêkaniya binxetê. Şervanên YPG’ê li hemberî vê hewldana komên çete yên AKP’ê berxwedanekî bêhempa meşandin. Di encama vê berxwedanê de zêdetirî 100 endamên komên çete hatin kuştin û gelek jê jî birîndar bûn. Şervanên YPG’ê bi vê berxwedana xwe nîşanî her kesî da ku ew amade ne ku li hemberî hemû cure êrîşan dikarin gel biparêzin. Hêzên derve ji YPG’ê daxwaza agirbestê kirin.
Fermandariya Giştî ya YPG’ê der barê êrîşên komên çete û hewldanên komîteya rawestandina şer a girêdayî Koalîsyona Niştimanî ya Sûriyeyê de daxuyaniyek nivîskî weşand. Fermandariya YPG’ê, diyar kir ku ew hêza parastina gel in. Fermandariyê bal kişand ser peymana ku berê hatibû îmzekirin û wiha hat gotin: “Di encama navbeynkariyê de peymanek hatiye îmza kirin, di peymanê de hatiye diyar kirin ku pêwîst e komên çekdar xwe ji bajêr bikşînin û Meclîsa Rêveberiya Hevbeş ji hemû pêkhatiyên bajar were sazkirin. YPG heta dawiyê li gorî peymanê tevgeriya. Lê komên çete yên bi navê Tabûra Elfarûq, Xûreba Elşam, Ehrar Giwêran, Ehfad Elresûl, Sewaq Elrehman, leşkerên xwedê û Enser Elşerîa di 16’ê çileyê de dema ku şervanên YPG’ê gundê Girê Zîro ji rejîma Sûriyeyê rizgar dikir, wan jî êrîşî welatiyên sivîl kirin. Ev jî nîşan dide ku komên çete ji bo berjewendiyên rejîma Sûriyeyê tevdigerin.”
YPG’ê destnîşan kir ku komên çete bi tang, top û çekên giran êrîşî gelê sivîl û şervanên wan kiriye û dîsa jî bi ser neketiye. YPG’ê ragihand ku li aliyekî gelek hêzên welatparêz hewldan ku şer rawestînin û li aliyê din jî hêzên wekî Newaf Raxib Elbeşîr xwestin tevliheviyê di nava gelên herêmê de derxin û wiha berdewam kir: “Ji bo ku şer raweste Koalîsyona Hêzên Niştimanî ya Sûriyeyê lijneyek avakirin. Wekî YPG’ê em vê biryarê bi keyfxweşî pêşwazî dikin. Ji bo ku em karên lijneyê hêsan bikin çi ji destê me were em ê bikin. Lê em ji raya giştî re dibêjin ger pêwîstî bi hevdîtinan hebe ne bi YPG’ê re vê bi DBK’ê re werin kirin. YPG hêza parastina nirxên gel in. Em girêdayî biryarên DBK û nûnertiya gelê esteya Bilind a Kurd ku nûnertiya gelê rojavayê Kurdistanê ne. Lewra DBK çi biryar bigire me elaqeder dike û em ê heta dawiyê girêdayî wê bin.”
ANF/QAMIŞLO
YPG’ê ambulansa Frensî desteser kir
Pevçûnên dijwar ên li Serêkaniyê di navbera komê ete yên destekê ji Tirkiyeyê digirin û YPG’ê de berdewam dikin. Hêzên YPG’ê li Serêkaniyê dest danîn ser ambulanseke Fransî. Di ambulansê de belgeyên bi Frensî hatin dîtin û di ambulansê de amûr derketin.
Peçvûnên dijwar ên li Serêkaniyê di navbera Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û komên çete de bi dijwarî berdewam dikin. YPG dest bi tevgera paqijkirina komên çete ji bajêr kiriye û di rojên borî de aşkere bibû ku dewleta Tirk bi ambulansa çekan û amûrên din ên leşkerî ji komên çete re dişînin.
Duh jî, hêzên YPG’ê ambulansek bi plakaya Frensî ku bi Frensî li ser “alîkariya lezgîn” nivîsandibû desteser kirin. Her wiha, di ambulansê bi plaka "CP-253-DE" de belgeyên bi Frensî hatin dîtin. Tê diyarkirin ku ev ambulans ji Tirkiyeyê ve derbas bûne. Çavkaniyên YPG’ê diyar kirin ku komên çekdar ji bo ambulansê nedin gelek hewl dan, li ser ambulansê jî gelek cihên gulleyan jî hene. Tê diyarkirin ku komên çete yên ku malan talan dikirin dixwestin bi vê ambulansê bibin.
Rayedarên YPG’ê têkildarê pevçûnên li herêmên agahî dan û diyar kirin ku diyar kir ku ew ê li hemberî êrîşên komên çete yên li ser sînorê Tirkiyeyê bi desteka Tirkiyeyê êrîş dikin bêdeng nemînin û berxwedanê xurtir bikin.
SERÊKANIYÊ