
Li ser şerê pêr ku li Bajarê Hesekê derket de Fermandariya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ya Bajarê Hesekê daxuyaniyekî nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku her çend şervanên wan ji bo şer dernekeve hewldane jî, lê neçarî şer bûne û ev tişt hatin gotin: “Li bajarê Hesekê komeke çete li Seha Xetto ya girêdayî Taxa Nasra li ser avahiyan êrîşî dewriyeya YPG’ê kirin. Di encama êrîşê de şervanê YPG’ê Delîl Ferhat jiyana xwe ji dest da û 2 şervan jî birîndar bûn. Her çend şervanê me ne dixwestin şer derkeve jî, neçarî parastina rewa bûn. Di encamê de şerek dijwar derket û gelek kesên êrîşkar ên komên çekdar hatin kuştin û gelek kes jî hatin girtin.’’
Dixwazin nakokiyan derxin
YPG’ê di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku di encama şer de gelek kes ji komên êrîşkar girtine û di encama lêpirsîna wan de sedemê van êrîşan zelal kirine û wiha dewam kir: “Em weke YPG’ê piştî lêpirsîna kesên hatine girtin gihiştin vê zanyariyê ku ev kesane alîgirên rejîma Baas ên nijatperestin û xwe weke Kombûna Yekbûyî ya Ereban bi nav dikin tevdigerin. Bi alîkariya hêzên rejîmê ev kom hewl didin ji bo qezencên takekesî yên ku dûrî berjewendiyên gelê Sûriyeyê ne û dixwazin di navbera gelên li Hesekê dijîn şerê qewman çêbikin. Di encamê de hate zanîn ku ev kesane ji bo berjewendiyên partiya Baas tevdigerin û dixwazin nakokiyan di navbera gelan de derxin.”
Di dawiya daxuyaniyê de hate diyarkirin ku YPG’ê ji bo biratiya gelan têdikoşe û wiha hate gotin: “Em wek YPG’ê bi armanca biratiya di nava gelê Kurd, Ereb, Asûrî û gelên li Sûriyeyê dijîn bi hêz bikin hewldidin. Em ê ewlehiya hemwelatiyên li bajarê Hesekê biparêzin. Em bang li hemû kesên aştiyê û jiyanekî rûmet dixwazin dikin ku, ji bo aştî û biratiya gelan xirab nebe rê li pêşiya rejîma Baas û alîgirê wê bigrin. Ji bo Sûriyeyekî demokratik û ewlehî hewl bidin û rejîma Baas birûxînin.”
ANHA/HESEKÊ