
Bavê Konstandinos Erik Scurfield ê Brîtanî ku li Rojava şehîd bû, Chris Scurfiel doh wêneyekî li ser hesabê xwe yê medayaya civakî parve kir. Di wêne de li serê Chris Scurfield kaskeke cihê avahîsaziyan heye. Li ser wê jî alayeke YPG´ê xuya ye. Chris Scurfield dibêje, "Ji min pirsîn, ev nîşan ji bo çi ye, min jî got ji bo EWLEHIYÊ". Li ser pirsên şopînerên xwe, Chiris Scurfield dibêje, ew li cihekî ku kolenên arkeolojiyê pêk dihatin û li dewrûbera arkeologan bûye.
LONDON