Êrîşên komên çete ya li dijî gund û bajarên Rojava didomin. Li dijî van êrîşên çeteyan jî berxwedaneke bêhempa ya şervayên YPG/YPJ’ê heye. Şervanên Kurd pêr bişev li dijî gundê Xerdûga ya Tirbespiyê ku çeteyên El Nusra lê bi cih bûbûn, çalakiyek li darxistin. Her wih piştî çeteyan ceryana Serêkaniyê qutkirin, hat ragihandin ku gundê Elok bê hav maye.

Li Gorî agahiyên ku hatine bi dest xistin pêr saet di 12.00’an de şervanên YPG’ê li dijî baregeha komên çete ya li gundê Xerdûga ku 12 km dikeve başûrê Tirbespiyê çalakî pêk anîn. Hat ragihandin ku di encama çalakiyê de şervanên YPG’ê gundê Xerdûga azadkirine û Burca 2 km dikeve başûrê Xerdûga ku komên çete weke baregeh bi kar tianîn xistin destê xwe.
Hat gotin ku di çalakiya heta saet  06.00’an dom kir de gelek çete hatine kuştin û gelek jî birîndar bûne, lê der barê hejmarê de tu agahiyên zelal nehatin bi dest xistin. Hat gotin ku komên çete reviyane girê gundê Mihemed Diyab. Gundê Xerdûga ji 40 malî pêk tê, di gund de Kurd, ereb û Sûriyanî jiyan dikin.
Komên çete yên girêdayî Dewleta Îslamî Iraq û Şam/El Nusra di 14'ê îlonê de xeta ceryanê ya KF66 ku ji gundê Elokê re derbasî Serêkaniyê dibe, bombebaran kirin û di encamê de ceryana bajêr hat qutkirin. Navenda ava vexwarinê ku li Serêkaniyê ye û ji wir avê dide Hesekê ji ber qutbûna ceryanê nema dixebite. Tevî hemû hewildanan jî komên çete rê nadin komîteyên têkildar xeta ceryanê ya gundê Elokê tamîr  bikin.

Li Helebê 6 cekdar hatin kuştin

Hate ragihandin ku di pevçûnên duh êvarê yên li taxa Seken Şebabî ya Helebê qewimîbûn de 6 çetên êrişkar hatine kuştin û 3 birîndar bûne. Li gorî agahiyên hatine bidestxistin duh di saetên êvarê de komên çete ên girêdayî Artêşa Azad li taxa Seken Şebabî û li derdora nexweşxaneya Henan a Taxa Eşrefiyê yên Helebê êrîş pêk anîn. Hate gotin ku di encama bersivdayîna şervanên YPG’ê de pevçûn heta saetên sibê dom kirin. Hate hînbûn ku di encama van pevçûnan de 6 êrîşkar hatind kuştin û 3 jîbirîndar bûne. Li aliyê din komên çete ên ji ber berxwedana şervanên YPG’ê û Eniya El-Ekrad nikarîbûn pêş bikevin bi hawanan taxên Kurdan topbaran dikin. Hate gotin ku di encama topbaranê de ziyana madî li derdorê çêbûye. 

TIRBESPIYÊ




90 çete hatin kuştin

Li bajarê Helebê piştî êrîşa komên çete yên li dijî taxên Kurdan, pevçûnên ku di navbera wan û hêzên YPG/Cephet El-Ekrad de derketin, di roja 17'an de didomin. Hate gotin ku di pevçûnan 17 rojan de ji 90 zêdetir endamên komên çete hatine kuştin û bi dehan jî birîndar bûne.
Şerê ku li bajarê Helebê piştî êrîşa komên çete ya li dijî taxên Kurdan di navbera wan û hêzên YPG/Cephet El-Ekrad de derketin, di roja 17'an de didomin. Hate ragihandin ku di pevçûnan li taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiye, Sekin Şebabî û Şiqêf ku piranî Kurd lê dijîn de, ji 90’î zêdetir endamên komên çete hatine kuştin û bi dehan jî birîndar bûne.Di êrîşan de komên çeteyan malên welatiyan bi tang û hawanan bombebaran dikin.

Êrîşên  çeteyan
Di 8'ê îlonê de koma girêdayî kesê bi navê Xalid Heyanî, komên bi navê Rebîi El-Erebî, Liwa Selahaddîn û komên bi navê Selaheddîn, Liwa Şuheda Bedir, Liwa El Rebî El-Erebî û hinek çeteyên girêdayî Partiya Azadî ya wekî ketîba Azadî, Lîwa Ensar El Îslam, Lîwa Şuheda El Suriye, Hereket Ehrar El Şam, El Komele, Lîwa Mehemed El Fatih êrîşî bendên parastinê yên taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiye, Sekin Şebabî û Şiqêf , kolana 20, taxa Muxaberat  û  nexweşxaneya Henan,ku piranî Kurd lê dijîn kirin.

Taxan bombebaran dikin
Komên çeteyan ku rastî berxwedana şervanên Yekînyên parastina Gel (YPG) û Cephet El-Ekradhatin, nikarîn derbasî taxan bibin, bi çekên Doçka, harwan û rokêtan taxên Kurdan bombebaran dikin. Komên çeteyan her wiha Kûpên gazê yên tije teqemnî, bi mencenîqan davêjin taxên Kurdan û malên welatiyan hidiweşnînin.
Di roja duemîn ya êrîşan de, gelek endamên komên êrîşkar hatin kuştin û neçar man ku alîkariyê bixwazin, çeteyan alîkarî ji Lîwa Şuheda Sûriya û Lîwa Ensar El Islam xwestin. Çeteyan piştî ku alîkarî jiwan re hat xwestin derbasî taxa Şêxmeqsûd bibin. Di pevçûnên ku li seranserî herêma Şiqêf, kolana 20, Seken Elşebabî, Muxaberat û nexweşxaneya Henan belav bû de, gelek endamê komên çete hatin kuştin.
Di roja sênemîn de, yekîneyên YPG'ê li taxa Muxaberat û Seken Elşebabî, oprasiyoneke mezin li dijî çeteyan pêk anîn, di encamê de bi dehan çete hatin kuştin, 2 nokte û 2 erebeyên çeteyan hatin desteser kirin. Di roja 4'an a pevçûnan de hijmara kuştiyên komên çete gihişt 60 kuştiyan. Komên çete vê carê ji Meclisa Leşkerî ya Artêşa Azad alîkarî xwestin, komên çete yên Ehrar Elşam, Komele, Lîwa Mihemed Elfatih jî êrîşî taxan kirin. Lê nikarîn derbasî taxan bibin.

Jinên li taxan xwarina şervanan çêdikin

Li hember êrîşên çeteyan jinên taxa Şêxmeqsûd jibo ku piştgirya şervanên YPG'ê yên li enya şer bikin xwarinê amade dikin.
Jinên Şêmeqsûdê  ji roja duemîn ya êrîşan de di nava vê xebatê de ne. Jin her roj du caran xwarina şervanan amade dikin û dişînin eniyên şer. Hêzên rejîmê jî piştgiriya çeteyan kir û tax bombebaran kirin
Di roja 5'an a êrîşan de, hêzên rejîmê bi awayekî raste rast piştgiriya çeteyan kir, hêzên rejîmê taxên Kurdn bi tang û hawanan bombebaran kirin. Ta niha 90 çete hatine kuştin û 12 jî dîl hatine girtin. Di pevçûnên ku ev 17 rojin dewam dikin de, 90 endamên komên çete hatine kuştin, bi dehan jî birîndar bûn û12 jî dîl hatine girtin. Di pevçûnan de du erebeyên Doçka hatin ruxandin û 5 erebeyên çeteyan jî hatine şewitandin. Gelek bendên kontrolê û du erebeyên çeteyan hatine desteser kirin.

14 sivîlan jiyana xwe jidest da
Di encama bomberana komên çete de 14 welatiyên sivîl jiyana xwe jidest dane. Welatiyên jiyana xwe jidest dane evin: Mihemed Hirih Zekeriya 1967 ji meret Elertq e, Mihemed Sîdo Hisên 1068 ji gundê Bênê, Mistefa Reşîd Dawid 1075 ji Bilbilê, Ebid Hidên Ibêd 1956 ji gundê Birkê, Ebdilrehman Elyas 1988 ji gundê Feqîra, Ebû Xaço yê Ermenî 70 salî, Mihemed Xelo 1964, Beşar Xelo 17 salî, Mistefa Ibrahîm Xelîl 1963, ji gundê Kokana, Edîb Betal Mihemed 1968 ji gundê Dêrswanê, Zuhêr Sîdo 1967 ji gundê Qestel Cindo, Mihemed Mistefa Silêman 1979 ji gundê Hacî Xelîl, Mihemûd Elyisir 1977 û Wezîra Ehmed 1957.

Rastiya endamên komên çekdar
Di pevçûn li herêma Seken Elşebabî de, 8 endamên komên çeteyan hatin kuştin, di berîkên çeteyan de Hebên hişbir yên BENZEX-5 hatin dîtin. Ev heb hişbir in û  pir buha ne û jibo nexweşiyên Şizofreni û sara (epilepsi) ku du nexweşiyên psîkolocî ne têne bikaranîn.
Piştî ku di pevçûnan de têk çûn û gelek endamên koman reviyan, Tabûra Elheyanî çeteyên xwe ji taxa Eşrefiyê kişandin û rê dane hêzên rejîmê ku derbasî taxê bibin. Herêmên postexanê û mizgefta Selahedîn ku di bin kontrola çeteyên Elheyanî de bûn, niha di bi kontrola hêzên rejîmê de ne.
Şer û pevçûnên di navbera Yekîneyên YPG'ê û komên çeteyan de hîna jî dewam dikin. Komên çete taxan bombebran dikin û welatiyên sivîl dikujin. 

HELEB