Her wiha dê Akademiyek û navendên perwerdekirina wan a taybet bi waneyên fikrî û siyasî jî bêne vekirin. Têklîdarî mijarê Serokê Rêxistina Banga Cinêv Elîzabêt Wêrna got: “YPG’ê û YPJ’ê rewatiya xwe çespandine û ew hêzeke navnetewî ne.” Hevpeymana hatiye îmzekirin, di civîneke çapemeniyê de li bajaroka Rimêlanê hate eşkerekirin. Her wiha bi amadebûna Wezîrê Xweparastinê Ebdilkerîm Sarûxan û Berdevkê Fermî yê YPG’ê Rêdûr Xelîl û ji aliyê şandeyê ve Serokê şandeyê Elîzabêt Dîkrî Wêrna, Wîsam Selîbî û Yûsif Wehbî beşdar bûn.


Di bin 18 salî re qedexe ye

Di civîna çapemeniyê de di navbera rêveberiyên hersê kantonên Rojavayê Kurdistanê û şandeya Banga Cinêv de hevpeymanek hate îmzekirin. Hevpeyman beşdarbûna kesên bi temenên wan di bin 18 salî re di nava hêzên ewlekariyê de qedexe dike. Her wiha biryar hat girtin ku navê “Şervan” ji ser her kesî ku temenê wan di bin 18 salî re ye bête rakirin û ji bo beşdarbûna wan di nava hêzên ewlekariyê de rê bête girtin. Lê belê ji bo van kesan dê Akademî û navendên perwerdeya taybet bêne vekirin û dê têde waneyên fikrî û siyasî bibînin.

Perwerdeya fikrî û ramanî dibe

Derbarê mijarê de Wezîrê Xweparastinê yê Herêma Cizîrê Ebdilkerîm Sarûxan got ku hejmara kesên ku ji nava hêzên YPG’ê û YPJ’ê hatine derxistin 128 kes ji herdu kantonên Cizîrê û Efrînê bûn û ji navendên perwerdeyên taybet re hatin şandin. Sarûxan di axaftina xwe de got ku şervanên ku bi temenên xwe 16 salî ne, dê ji nava hêzên YPG’ê û YPJ’ê bêne derxistin û dê di rêxistineke taybet û girêdayî Wezareta Xweparastin bi navê “Gerok” bêne bicihkirin. Li aliyê din Seroka Şandeya Banga Cinêv Elîzabêt Dîkrî Wêrna spasiya hemû başdaran û dezgehên çapemeniyê kir û got ku ev hevpeymana hatiye îmzekirin gaveke pîroz e û destpêka qonaxeke nû ye. Elîzabêt di axaftina xwe de wiha anî ziman: “Em baş rastiya şoreşa Rojavayê Kurdistanê nas dikin û YPG’ê û YPJ’ê rewatiya xwe çespand û ew hêzeke navnetewî ye û parastina nirxin mirovahiyê dike.”

ANHA/GIRKÊ LEGÊ