Cavallî wateya sîstema Rojava ji bo tevahiya gelên Rojhilata Navîn, rola Kurdan a li Rojhilata Navîn û asta kampanya xwe ya bi komek ji doktoran re ji bo Kobanê daye destpêkirin nirxand.
Cavallî ku ji bilî jiyana xwe ya pîşeyî weke siyasetmedarekî xwedî nêrîna sosyalîst tê naskirin, di heman demê de bi desteka xwe ya ji bo sîstemên sosyalîst ên li Kuba, Venezûela û gelek welatên Latîn Amerîka tê zanîn. Cavallî her wiha doktoriya lîderê Venezûelayê Hûgo Chavez ê ku jiyana xwe ji dest da, kiribû. Cavallî xebatên xwe ên siyasî di nava Partiya Sosyalîst a li Swîsreyê de dewam dike.
Kampanyaya alîkariyê dimeşîne
Cavallî anî ziman ku wî di nava pir salan destek daye têkoşînên li welatên Latîn Amerîka û li Kuba û Venezûela ji bo sîstemên sosyalîst û çep li ser piyan bimîne, xebitiye. Cavallî da xuyakirin ku ew Rojhilata Navîn jî ji nêz ve dişopîne û wiha axivî, “Li Rojhilata Navîn salên dûr û dirêj e sempatiya min ji bo Kurdan heye. Di dema dawî de min dît ku Kurd di pêvajoyeke dîrokî re derbas dibin. Yekane hêza ku li dijî dijminekî mirovahiyê yê bi navê DAIŞ‘ê têdikoşe, Kurd e. Li gorî berpirsyariya xwe ya wijdanî, bi komeke hevalên xwe yên doktor me di meha Çileyê de ji bo destekdayîna Kobanê li Kantona Tîcîno kampanyayek dan destpêkirin. Di nava vê kampanyaya ku bi 10 doktoran re me destpê kir niha 40 doktor hene û heta niha 21 hezar Frank hatine komkirin. Ev kampanyaya me wê mezin bibe û dewam bike.”
DIxwaze Ocalan bibîne
Cavallî ragihand ku ew bi sempatiyeke mezin nêzî şerê YPG û YPJ’ê yê li dijî DAIŞ’ê dibe û wih xivî “Dişibe şerên partîzan ên hêzên çep û sosyalîst li çiyayan li dijî faşîzma Hîtler û Mûssolînî.”
Cavallî da xuyakirin ku ew dixwaze Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bibîne û got, “Beriya niha derfetên min hebûn ku di nava heyeta çû Îmraliyê de cih bigirim. Lê belê ji ber ku di wê demê de ez li Latîn Amerîkayê bûm, nekarî beşdar bibim. Hêvîdarim ku di dema pêş de wê derfeteke din a bi vî rengî derkeve holê.”
SERKAN DEMÎREL/ANF/BELLÎNZONA