YPG got, "Em nahêlin ku tu kom û komik ên ji hêzên derve piştgiriyê digirin, di bin navê azadiyê de bi pêşeroja gelê me bilîzin."
YPG´ê der barê êrîşa ku komên çete yên pêr li herêma Efrînê li dijî mala Endamê Komîtiya Parastina Sivîl (asayîş) pêk anî û di encamê de 2 êrîşkar û endamekî asayîşê jiyana xwe ji dest da, daxuyaniyek nivîskî weşand.

’Emê destûre nadin çeteyan’

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku YPG ê beriya niha bi daxuyaniyekê aşkera kiriye ku ew hêzeke leşkerî ne û bêyî ku cudahiyê bêxin nava civakê, wê parastina gelê kurd bikin. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku li gel vê daxuyaniya wan jî, ji bo ku ew destkeftî û nirxên kurdan biparêzin, hinek aliyên kurd ew guhdar nekirine, ew wekî hêza fermî qebûl nekirin û ev tişt hatin gotin: "Vê helwesta xemsar hinek rewşên şolî derxistin holê û rê li ber derketina komên çekdar û çeteyan vekir. Ev hêz jî bi ewlekariya gelê kurd dilîzin."
Di berdewama daxuyaniyê de hate gotin ku YPG li derveyî kontrola xwe tu hêzên çekdar li herêma Kurdistanê qebûl nakin û wiha hat gotin: "Ev ji bo parastina ewlekariya civakê û pêşîlêgirtina şerê navxweyî girîng e. YPG ku ji hezaran keç û xortan pêk tê, li hemû bajarên Kurdistanê xwedî wê hêzê ye ku parastina gelê Kurdistanê bike."

Komên çete girêdayî îstîxbarata Tirk in

Têkildarî koma çekdar a çete ku li Efrînê êrîşa çekdarî pêk anî, hate gotin ku koma êrîşkar çeteyek girêdayî îstîxbarata Tirk e û ji Selah Bedredîn talîmatan digire û wiha hat gotin: "Navê xwe kirine Boluka Seladaînî Eyûbî, ev demeke li Gundê Celeme ya girêdayî Cindirêsê ya Efrînê êrîşî ser malên endamên asayîşê dikin û di encamê de hin welatparêzên Kurd jiyana xwe ji dest dan. Ev kom demeke li dijî welatparêzên kurd ên li herêma Efrînê dixebite. Ji bo ku li herêmê fitne û fesadiyê derxîne di nava hewldanan de ye û gelê herêmê tehdît dike."

Banga teslîmbûnê hate kirin

Di dawiya daxuyaniyê de bang li koma çeteyan hate kirin ku teslîm bibin û ev tişt hatin gotin: "Heke teslîm nebin, em ê pêngavek rewa li dijî wan bidin destpêkirin. Armanca me avakirina ewlekariya Rojavayê Kurdistanê ye û em nahêlin ku tu aliyên bi hêzên derve ve girêdayî, di bin navê azadiyê de bi pêşeroja gelê me bilîzin."
Di daxuyaniyê de bang li gel jî hate kirin ku van çeteyan û armanca wan baş zanibin, li dijî wan alîkariya YPG´ê bikin da ku pêşî li komên çeteyan bê girtin.

QAMIŞLO




Li Şêx Meqsûd şer


Li taxa Şêx Meqsûd ya bajarê Helebê ku piraniya şêniyên wê Kurd in, doh danê sibê di navbera hêzên rêjîmê û çekdarên artêşa Sûriyê ya azad de, şerên dijwar rû dan. Di dema şer de çekdarên artêşa Sûriyê ya azad xwestin derbasî kolanên taxa Şêx Meqsûd bibin. Lê Yekîneyên Parastina Gel YPG bi sedema ku ketina çekdaran ya nava kolanan wê rê li ber kuştina sivîlên Kurd veke, destûr neda çekdarên artêşa azad.
Li aliyê din, hêzên rêjîma Sûriyê yên hewl dan li nava kolanên Şêx Meqsûd bicih bibin, rastî berxwedana Yekîneyên Parastina Gel hatin. Hêzên rejîmê yên ji ber berxwedana YPG ji taxê reviyan û gulle li derdorê reşandin.
Dema ku hêzên asayîşa taxê bersiv dan, di navbera wan û hêzên rêjîmê de şer rû da. Di encamê de, endamê asayîşê yê bi navê Reşîd Hebîb yê 39 salî jiyana xwe ji dest da.Her weha kesên bi navê Abdurehman Nasan, Sebrî Abdurehman û Mihemed Hellaq jî birîndar bûn.
Hat diyarkirin ku piştî êrîşê rewş asayî bû û hemû kolanên Şêx Meqsûd vê gavê di bin kontrola hêzên YPG de ne. 

HELEB