Yekîneyên Parastina Gel (YPG) li Efrînê foca çaremîn bi navê Şehîd Mezlum ava kir.

YPG`ê bi merasîmekê dewreya perwerdekirina 234 şervanan bi dawî kir û avakirina foca 4’an ragihand. Di merasîmê de bi sedan şervanên YPG, YPJ`ê û xizmên wan amade bûn.

Perwerdê 35 rojan dewam kir û tê de dersên bîrdozî û leşkerî derbarê bikaranîna çekan de hatin dayîn.

Di merasîmê de fermandara YPJ`ê ya li Efrînê Nûjîn Dêrik axivî û da zanîn ku Efrîn ev şeş sal in li hemberî êrîşên çeteyan li ber xwe dide û wiha dewam kir: “Tirkiye çiqasî propogandaya êrîşa li dijî Efrînê bike, lê dê nikaribe îradeya gelê wê têk bibe, pêwîst e Tirkiye zanibe ku eger êrîşî Efrînê bike dê rastî têkçûnê were û ev yek dê dawiya AKP`ê jî bîne.”

Piştî axaftinê, şervanan sunda leşkerî dan, paşê koma şehîd Ruksen a çand û hunerê li Kantona Efrînê dîlanên floklorî pêşkeş kirin, her wiha koma Şehîd Engîzek jî stranên şoreşgerî gotin. Merasîm bi gerandina govendê bi dawî bû.  


 EFRÎN