
YPG´ê li dijî DAIŞ´ê xwe navneteweyî îsbat kir
Muslim girîngiya şerê li dijî DAIŞ´ê der xist pêş û got, hîza herî zêde li dijî DAIŞ´ê şer dike YPG ye, bi berxwedana xwe ya li Koabnî jî me ev yek îsbat kir û hêzên navneteweyî jî ev yek dîtin, jixwe alîkariya sîlehan jî mirov dikare weke piştrastkirina vê yekê bibîne. Lewma DAIŞ li dijî mirovahiyê şer dike, Emerîka jî di vî şerî de li aliyê mirovahiyê şer dike. Li gorî Enwer DYE´yê dît ku Kurd bi kantonan û bi Xweseriya Demokratîk naxwazin Sûriyî parçe bikin, lê belê di Sûriyeyeke demokratîk de hemû gelan bihewîne û biparêze ango Emerîka bi alîkariya sîlehan da nîşan ku di vê heqîqetê gihiştiye.
Keç û xortên me li mala xwe ne DAIŞ diz e
Hevserokwezîrê Kantona Kobanê Muslim ê ku bi xwe jî li bereya şer cihê xwe di êer de digire dibîje, morala şervanan bilind e, ew pê dizanin ku erdên xwe û rûmeta xwe diparêzin. Ji ber vê jî bi wêrekiyeke mezin şer dikin. Ji bo endamên çeteyên DAIŞ´ê Muslim got, ew diz in, dagirkeriyî dikin û pêre jî çavê wan her li talanê ye, ew xerîbê van erdan in.
Pêşmerge li Kobanê nînin
Li ser nûçeyên der barê çûna Kobanê ya hêzên pêşmerge jî, Enwer Muslim îşaret bi rêbazê jî kir û got, pêdiviya hêzên Kobanê diparêzin bi sîlehan heye. Wekî din heke pêşmerge wê werin Kobanê jî divê ev yek bi birêveberiya kantonê re û bi hêzên YPG´ê re were peyivîn û weha dirêjî da axaftina xwe: "heta vê kêliyê peywendî nehatiye danîn bi Kantona Kobanê û YPG/YPJ´ê re. Jixwe tiştekî wisa hebûya me yê eşkere bikira."
Enwer Muslim wekî din weke maqûl nirxand ku deverên ku DAIŞ´ê dagirkirî werin rizgarkirin, û hêzên pêşmerge ji bo rizgarkirina Şingal, Celawla û erdên dagirkirî ên Kurdistanê werin bicihkirin.
YPG çekên koalîsyonê bi kar tîne
Enwer Muslim ji bo sîlehên emerîkî jî got, ev sîleh gihiştin deverên ewle û li deverên ewle hatin bicihkirin. Muslim nûçeyên çapemeniya Tirk ên der barê ji aliyê DAIŞ´ê tinekirina van sîleh û cebilxaneyê jî got, ew nûçeyên derew in û "hêzên YPG/YPJ´ dest bi bikaranîna van sîlehan kiriye."
Hevserok wezîrê Kantona Kobanê Enwer Muslim herî dawî bang li Kurdistaniyan kir ku çalakiyên xwe yên xwedîderketina li Kobanê xurttir bikin, nexasim li Ewrûpayê. Muslim ji Kobaniyên li Ewrûpa jî xwest werin û di nava paraztina xaka welatî xwe de cihî xwe bigirin. Muslim herweha hêviya hevkariya li dijî trorîzma global ji dewletên demokrat ên rojava jî îfade kir.
LUQMAN GULDIVE