
Tevgerê destnîşan kir ew wekî Ciwanên Şoreşger bi biryar in ku li hemberî hemû êrîşan bêdeng nemînin û soz didin gelên xwe yê Rojava ku bi pêşengeya YPG’ê tu caran çeperên parastina gelê xwe bernedin.
Tevgera Ciwanên Şoreşger têkildari mijarê li Navenda Ciwanan ya li Qamişlo civînek çapemeniyê lidar xist. Berdevkê Koordînasyonê Hemze Tolhildan daxuyanî xwend û diyar kir ku, di vê dema dîrokî de tevgera wan ji bo berjewendiyên gel û parastina nasname, hebûna gel ya li ser axa xwe ya dîrokî bi biryar tevgeriya ye.
Tolhildan anî ziman ku ew li gorî berjewendiyên civaka demokratîk û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dikarin îro bibin tevgerek pêşeng ji şoreşa rojavayê Kurtistanê re û wiha dom kir: “Di roja îro de tevgera Azadiya Kurdistanê dikare gelek destkeftiyan bigire destê xwe, lê sîstemên şovenî dibin siya nîjadperestiya tirk, ereb û farisan de bi hemû hêza xwe bi ser Kurdan ve tên û dixwazin van destkeftiyan vala derxînin.
Tolhildan destnîşan kir ku li hemberî van êrîşan YPG'ê berxwedanek mezin nîşan daye û ew jî wekî Ciwanên Şoreşger YPG wekî hêza yekane ya parastinê dibînin. Tolhildan da zanîn ku di vê dema zehmet de, wan wekî erkên xwe yên welatparêzî û exlaqî dîtiye ku piştgiriyê bidin YPG'ê wiha pê de çû: “Li ser vê bingehê em wekî Tevgera Ciwanên Şoreşger me biryar daye ku ji 29'ê mijdarê heta 15'ê kanuna 2012'an di ser hezar kesî re endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger tevlî YPG'ê bikin. Em dilsoziya xwe ya bi YPG'ê re nîşan didin û hemû dijminên gelê Kurd û aliyên nîjadperest hişyar dikin ku destên xwe yên qirêş ji axa me bikişînin.”
ANF/QAMIŞLO