
Wezîrê Parastinê yê Rêveberiya Xweseriya Demokratk a Kantona Cizîrê Ebdilkerîm Sarûxan têkildarî mijarê ji ANHA’yê re axivî û got: “Yekîneyên Parastina Gel di van 3 salên şoreşê de dever û herêmên Kantona Cizîrê rizgar kirin û ji êrîşên komên çekdar û çeteyan parastin. Di kantona Cizîrê de hêza rewa ku hemû pêkhateyan pejirandiye tenê hêza YPG’ê ye.”
Hêzeke netewî ye
Sarûxan diyar kir ku sedema biryara wan a der barê hêzên YPG’ê de ew e ku hemû Wezaretên Rêveberiyê ji hemû pêkhateyên Kantona Cizîrê pêk tên û hêzên YPG’ê jî van pêkhateyan diparêze. Sarûxan destnîşan kir ku ji ber vê yekê lezbûna biryara pejirandina vê hêzê li ser bingeheke rast bû û diyar dike hêzên YPG’ê hêzeke neteweyî ye. Sarûxan bal kişand ku saziyên din jî rêveberiya xweser pejirandiye û wiha dom kir: “Tişta balkêş ew e ku hemû saziyên Kantona Cizîrê yên xizmetê, tenduristî, şaredarî û hêzên Asayîşê diyar kirin ku ew ji bo ku di bin banê rêveberiyê de bixebitin, amade ne. Ev yek tê wateya demokratîkbûna û piştgiriya gel ji vê rêveberiyê re ye.”
Sarûxan anî ziman ku ji bo têkliyên di navbera kantonên Kobanê û Cizîrê yên di warê parastinê de jî dê têkliyên xwe bi Desteya Parastinê ya Kantona Kobanê re xurt bikin.
AMÛDÊ