Fermandariyê helwesta koalîsyona hêzên opozîsyona Sûriyê wekî “dirûtî” binav kir û bal kişand ku hinek partiyên Kurd ên di vê koalîsyonê de jî piştgiriya çeteyan kiriye û ji wan xwest ku helwesta xwe li dijî vê dijminahiyê ronî û zelal bikin.

Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG), li ser berxwedana Til Hemîs û Til Berak daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku çeteyên li Til Berek û Til Hemîs bi cîh bibûn, ji bo herêmên Rojava gef û tehdît bûn, her wiha pîlan û amadekariyên êrîşên li dijî Rojava li van deveran dikin û wiha hate gotin:  
“Gelek agahî gehiştin destê me ku dê hêzên çete ji van herêman bi otomobîlên bombebarkirî êrişî xelkê sivîl ê Rojava bikin û ji bo berelakirina van tehdîtan, hêzên me li herêma Tilberak û Tilhemîs dest bi tevgerê kirin. Wekî me berê jî gotibû, armanç ji vê tevgerê berelakirina gef û tehdîtên komên çete yên êrişkar bû, ne ku  bicîhbûna hêzên me li van herdû bajarokan bû.”
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku di rojên destpêkê yên tevgerê de, hêzên wan derbeyên giran li çeteyan dane û teqemenî û otomobîlên bombebarkirî yên ji bo êrîşan hatibûn amadekirin desteser kirin, bi vî rengî pêşî li êrîş û komkujiyên van koman girtine.

‘Muxalefet dirû ye’

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku di dema vê operasyonê de, koalîsyona hêzên opozîsyona Suriyê helwestekî dirû û dijminane nîşan daye û wiha hate gotin: “Hêzên çekdar ên nêzî koalîsyonê, li deverên ji derveyî Rojavayê Kurdistanê yên Sûrî, Çeteyên DAIŞ’ê wekî terorîst bi nav dikin û li dijî wan şer dikin. Lê Koalîsyona opozîsyona Sûrî, li herêmên Rojava, çekdarên çete yên DAIŞ’ê, wekî şoreşger û azadîxwaz kirin û piştgirî da wan..”
Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ku çend partiyên Kurd ên Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) jî di nava vê koalîsyonê de cîh digirin û ev bang li wan hate kirin:
“Di rewşekî wisa de, li hemberî helwesta koalîsyonê ya dijminane, helwesta wan partiyên Kurd ên di nava vê kombendê de jî ne zelale. Ev partiyên hevpişkên koalîsyonê, li beramberî van daxuyaniyên Koalîsyona hêzên opozîsyonê bêdeng dimînin. Lê em ji van partiyan daxwaz dikin ku di vê mijarê de helwesta xwe ron û eşkere bikin. Gelo li kêleka gelê Kurd in an li dijî gelê Kurd alîgirên helwesta dijminane ya koalîsyona opozîsyona Sûriyê ne. Pêwîste rûyê xwe yê rast nîşan bidin”
Di dawiya daxuyaniyê de têkildarî şerê li Til Hemîsê jî ev agahî hatin dayîn: “Di şerê Til Hemîsê de, yekîneyên me, ji bo komek hevalên xwe yên di çembera çeteyên DAIŞ‘ê û hevkarên wan de rizgar bikin, bi awayekî canfedayane êrîş kirin. Ji ber vê fedaîtiyê jî hejmareke hevalên me şehîd bûn.  Lê em soz didin wan şehîdan ku em ê tola wan li erdê nehêlin û doza wan bibin serkeftinê.”

NAVENDA NÛÇEYAN