
Yekîneyên Parastina Gel (YPG) piştî Efrîn, Qamişlo û Kobanê tugay ava kirin, li bajarê Serêkaniyê jî tabur xwe ava kir. Tabura bi navê “Tabura Şehîd Erdal” duh li gundê Tilehsan bi merasîmek leşkerî hate ragihandin. Merasîm ji bo bîranîna “şehîdên şoreşê” bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir.
Piştî rêzgirtinê li ser navê YPG’ê Cimşîd Osman axaftinek kir û bal kişand ser rewşa Rojhilata Navîn û şoreşên gelan. Osman, destnîşan kir ku ev salek û nîv e li Suriyeyê û Rojavayê Kurdistanê jî şoreşek tê jiyandin û anî ziman wan jî li hemberî planên êrîşkar ên li ser gelê Kurd û valahiya tê jiyandin xwe birêxistin kiriye. Cimşîd Osman, got ku hem rejîm, hem jî muxalefet Kurdan înkar dike û hêzên hegemonic jî dixwazin li gorî berjewendiyên rejîmekê ava bikin.
Osman, daxuyand ku wan jî wekî YPG’ê li hemberî van talukeyan xebatên xurt kirina rêxistinkirinê dane destpêkirin û di vê çarçoveyê de li Serêkaniyê amadekariyên xwe temam kirine. Osman, got ku di encama van amadekariyan de ew Tabura Şehîd Erdal îlan dikin.
Piştî Osman, birayê birayê Şehîd Erdal jî axivî û keyfxweşiya xwe anî ziman. Piştî merasîmê, Tabura Şehîd Erdal, bi nîzama leşkerî heta navenda bajêr meş li dar xist.
Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ku li Rojavayê Kurdistanê û bajarên mezin ên Sûriye paytext Şam û Helebê Kurdan diparêzin, gelek caran bang li ciwanên Kurd kirine ku neçin leşkeriya rejîma Sûriyeyê. Li ser vê bangê keç û xortên Kurd tevlî nava refên YPG’ê dibin û gelê Kurd ê li Rojavayê Kurdistanê diparêzin. YGP’ê di 19’ê Tîrmehê de ango di dema rizgarkirina bajarê Kobanîyê de bi awayeke fermî avabûna xwe ragihandibû. Her wiha, YPG li hemberî êrîşên rejîma Esad ên li hemberî Kurdan çalakiyên bersivdanê pêk tîne. Li gorî texîmanan hejmara milîtanên YPG’ê zêdetirê 10 hezar e û herî dawî li Qamişlo, Efrîn û Kobanê 3 tûgay ava kir.
ANF/SERÊKANIYÊ
Di cejnê de 9 Kurd qetil kirin
Li Sûriyeyê di roja cejnê de jî dijwariya li dij Kurdan ranewestiya. Hêzên rejîma Sûriyeyê li Helebê êrîşî taxa Kurdan kirin 9 kes hatin kuştin, 15 kes birîndar bûn.
Hêzên artêşa rejîma Suriyeyê Taxa Eşrefiyê ya Helebê ku piranî Kurd lê dijîn, bi hawanan topbaran kir. Di encama topbaranê de 9 kesan jiyana xwe ji dest da, 15 kes jî birîndar bûn.
Li gorî agahiyê hatine bidestxistin, doh serê sibelê seat di 07.00’an de komek Artêşa Azad xwest bikeve taxa Erşefiyê, lê hêzên YPG’ê û asayîşê nehiştin û ew ji taxê derxistin. Piştî vê bûyerê saetek beriya niha jî, vê carê artêşa rejîma Suriyeyê bi hawanan tax bombebaran kir. Di encama bombebaranê de 9 kesan jiyana xwe ji dest da, 15 kes jî birîndar bûn.
Li taxa Eşrefuyê ya ku piraniya şêniya wê Kurd in, doh çekdarên Artêşa Azad ketin xaçeriya yekem a taxê û gule bera hewa dan. Ji gelên taxê xwestin ku ji malên xwe derbikevin YPG di heman demê de mudaxele kir û çekdarên Artêşa Azad bi şûnde vegerandin, YPG noqteyên kontrolê li derdora taxê zêde kirin.
Piştî bûyerê Meclîsa Gel a Bajarê Helebê daxuyaniyek derbarê bûyerên dawî ku li Helebê qewimîn da. Meclîsê di daxuiyaniyê de bangî hemû niştecihên taxên Kurdan kir ku xwe li derdora Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bi cih bikin, ji ber ku YPG ewlekariya taxên Kurdan dane ser milên xwe.
Di daxuyaniyê Meclisa Gel a Bajarê Helebê de ji gelê Kurd xwestin ku planên ku dixwazin herêmên Kurdan veguhezînim herêmên şer vala derxin û dest taxên xwe bernedin.
Li gorî texmînên dawî hejmara Kurdên li Rojavay Kurdistanê û Sûriyeyê herî kêm 3.5 milyon e û ji vana 600 hezar li paytext Şam û 600 hezar jî li Helebê dijî. Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Kurdên li Rojava û bajarên Sûriyeyê diparêze.
HELEP