Navenda Ragihandinê ya YPG’ê ragihand ku 3 çeteyên biyanî yên DAIŞ’ê ku dixwestin biçin Tirkiyeyê ji aliyê şervanên YPG’ê ve hatine girtin.

YPG’ê têkildarî girtina 3 çeteyên DAIŞ’ê yên biyanî, daxuyaniyek nivîskî weşand û got, “27’ê Çile, çeteyên bi navê Xalid Welîd Ehmed, Salih Xidir Mihemed û Delovar Dodiev Azimovoich yên ku bi eslê xwe ji Sûdan û Tacikistanê ne, li herêmên Şefa û Hecînê di dema bi awayekî veşartî di nav tevgerê de bûn, û hewl didan biçin Tirkiyeyê, ji aliyê Tîmên Operasyona Taybet ve hatin girtin. Li ser agahiyên ku çeteyên hatine girtin didin, tê fêmkirin ku gelek ji wan bi rêya Tirkiyeyê derbasî herêmê dibin, di nav faalîyetên terorîstî de cih digirin. Derheqê çeteyên DAIŞ’ê de yên ku di operasyonên me yên herî dawî de hatine girtin, em ê agahiyên berfireh dema paşê bi raya giştî re parve bikin.”

 

NAVENDA NÛÇEYAN