Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) doh bang li hêzên dewleta Sûriyê kir û got, hêzên xwe ji bo kontrolkirina Minbicê bişîne û herêmê li hember gefên dewleta Tirk a dagirker biparêze. Piştî daxuyaniya YPG´ê artêşa Sûriyeyê da zanîn ku ew ketine Minbicê û ew ê Minbicê li dijî terorîstan û dagirkeran biparêzin.
Fermandariya Giştî ya YPG´ê bi daxuyaniyeke nivîskî diyar kir ku wan şerê terorê kiriye û îro jî ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve rastî gefan tên. Fermandariyê bi daxuyaniyekê bang li hêzên dewleta Sûriyê kir ku li dijî gefên dewleta Tirk parastina herêma Minbicê bikin.
Hêzên xwe bişîne
Di daxuyaniyê de hat gotin: “Ji ber gefxwarinên dewleta Tirk a dagirker yên dagirkirina herêma bakûrê Sûriyê û koçberkirina gelê wê, ku bi heman awayî li Cerablûs, Ezaz, Bab û Efrînê kir, em weke Yekîneyên Parastina Gel diyar dikin ku piştî ku me hêzên xwe ji Minbicê vekişandin, em hemû hêzên xwe di şerê li hember DAIŞ’ê yê li herêma rojhilatê Feratê bi cih dikin. Lewra em bang li hikûmeta Sûriyê dikin, ku em jî beşek ji ax, netewe û sînorên wê ne, da ku hêzên xwe ji bo kontrolkirina van cihan û herêma Minbicê bişîne û herêmê li hember gefên dewleta Tirk a dagirker biparêze.”
Artêşa Sûriyeyê bersiv da banga YPG’ê
Piştî daxuyaniyên YPG´ê ajansa nûçeyan a Sanayê, da zanîn ku fermandariya giştî ya artêşê û hêzên çekdar ketine Minbicê.
Fermandariyê daxuyaniyeke nivîskî da û got: “Li ser banga şêniyên Minbicê, fermandariya giştî ya artêşê û hêzên çekdar radigihînin ku yekîneyên artêşa Ereb a Sûriyeyê ketine Minbicê.”
Di daxuyaniyê de hate gotin, “Fermandarî biryardariya xwe dubare dike ku wê li xaka Sûriyeyê terorîzmê tine bike û dagirkeran hemûyan derxîne.”
Artêşa Sûriyeyê diyar kir ku hêzên artêşa Sûriyeyê ewlekariya welatiyên Sûriyeyê hemûyan û her kesê li herêmê garantî dike.