YPG’ê encama şerê 5 rojan aşkera kir û da diyarkirin ku, 15 çekdar hatin kuştin, 3 dîl ketin destê YPG,'ê de, wesayîteke leşkerî li ser û 2 malên ku komên çekdar ji xwe re kiribûn biryargeh hatin rûxandin. Her wiha 3 şervanên YPG'ê di van pevçûnan de jiayan xwe jidest dan. Di berdewama daxuyaniyê de hate gotin ku, ji destpêka êrîşên komên çekdar ve û di encama berxwedana şervanên YPG'ê de komên çete ji gundê Mereskê hatin derxistin û piştre komên çete li ber berxwedana şervanên me neçar man xwe ji gundê Kefer Mezê vekşînin.
'Emê tekoşîna xwe berdewam bikin'
Di ber dewama daxuyaniyê de hate destnîşan kirin ku, roja Înê êvarê pevçûn rû dan û di encamê de komên çete bi temamî ji gundê Mezrea hatin derxistin û di van pevçûnan de şervanê YPG'ê Mazlûm Hacî Mihemed jiyana xwe ji dest da. Di daxuyaniyê de hate gotin ku gundên Mereskê, Kefer Mezê û Mezrea bi tememî ji komên çete hatin paqijkirin û niha di bin ala YPG'ê de tên parastin.
Şervanê YPG’ê yê di pevçûnê de jiyana xwe ji dest da wiha ye:
Mazlûm Hacî Mihemed binasnav Mazlûm. Navê Bav: Cemîl. Navê dayîkê: Remziya. Di 7'ê hizêrana 1989'an li navçeya Bilbilê ya Efrînê hatiye dinê. Di sala 2011'an de tevlî nava refên YPG'ê bû ye.
Di dawiya daxuyaniya YPG'ê de soza berdewama berxwedanê hate dayîn û ev tişt hate gotin: “Em ji gelê xwe re tekez dikin ku heta komên çete ji aliyê gundên Meryemînê û Bênê bi temamî bêne derxistin em dê tekoşîna xwe li dijî wan bidomînin.”
ANHA/EFRÎN
Mazlûm hate oxirkirin
Cenazeyê şervanê YPG'ê Mazlûm Hecî Mihemed bi nasnav Adil ji aliyê hezaran kesî ve hate oxirkirin. Bi hezaran kes saet di 08.00'an de li ber navenda Saziya Malbatên Şehîdan a Efrînê hatin cem hev. ji vir cenazeyê şervanê YPG'ê Mazlûm ber bi navçeya Bilibilê ya Efrînê ku mala şervanê YPG'ê Mazlûm li vire rê kirin. Piştî nerîna dawî cenaze ji aliyê hezaran kesî ve ber bi goristana Şehîd Refîq a li gundê Metîna hate oxirkirin.
Li aliyeke din jî girseyek qerebalex saet di 09.00'an de li ber navenda Saziya Malbatên Şehîdan hatin cem hev û saet di 09.30'an de ber bi goristana Şehîda Refîq ve bi rê ketin da ku tevlî merasîmê bibin.
Hêjaye gotin ku şervanê YPG'ê Mazlûm dihate payin ku piştî çend rojan dawet kiribe û amadekariyên xwe yên zewacê dikir. Lê piştî êrîşa komên çekdar berê xwe da qadên pevçûnan û di pevçûnên roja înê li gundê Mezrea jiyana xwe jidest da.