
Endamên komên çete doh beriyha ku ji gund birevin mala welatiya bi navê Necah dan ber guleyan. Di encama gelebaranê Necah jiyana xwe jidest da, her wiha çeteyan kurê wê û 4 kesên din ên ji heman gundî revandin.
ANHA / KOBANÊ
120 ciwanên Ereb tevlî YPG’ê bûn
120 civanên Ereb ên ji bajarokê Til Hemîs a li başûr-rojhilatê Qamişlo tevlî nava refên YPG/YPJ'ê bûn. Li ser vê yekê fermandariya YPG'ê tabûra Şehîd Kemal Yûsif El-Ebdela bi merasîmekê ragîhand. Şêniyên bajaroka Til Hemîs ku piranî ereb lê dijîn û piştî komên çete bi dehan malên wan wêran kirin û serê gelek xizmên wan jêkirin û qetilkirin, bang li fermandariya YPG'ê kirin ku ciwanên bajar û gundên derdorê tevlî nava YPG/YPJ'ê bûn. Li gorî rêziknameya YPG'ê ku dibêje hemû pêkhateyên herêmê dikarin tevlî nava refên YPG/YPJ'ê bibin, fermandariya YPG'ê ji ciwanên ku rojên berê li dijî komên çete şer kiribûn qebûl kirin. Her wiha fermandariya YPG'ê tabûra bi navê Kemal Yûsif El-Ebdela bi merasîmekê ragîhandin.
Roja gelan hat
Merasîm bi beşdarbûna fermandarên YPG/YPJ'ê û rûspiyên eşîrên herêmê bi rêzgirtinê destpê kir.Piştre li ser navê YPG'ê Hesen Cûdî axivî û got ku tevlîbûna şêniyên Til Hemîs a nava YPG/YPJ'ê gaveke dîrokiye, li ser esasê birtatiya gelan û jiyana hevbeş pêk hatiye. Cûdî, got ku gelên herêmê bi hezaran salan li benda gavên bi vî rengî ku li ser xeta biratiya gelan pêk hatiye bûn. Cûdî, bang li hemû ciwanên herêmê kir ku cihê xwe di nava YPG/YPJ'ê de bigrin.
Hevkariya Kurd û Ereban
Di merasîmê de Dr. Herîr El-Ebdela ku yek ji rûspiyên herêma Til Hemîs e axivî û bagl kişand ser êrîşên komên çete yên li dijî herêmê. El-Ebdela got, komên çete herdem di nava hewldanan de bûn ku pêkhateyên herêmê berdin hev. El-Ebdela piştre daxuyaniya hevkariya di nava kurd û ereban de xwend. El-Ebdela bal kişand ser biratiya di navbera kurd û ereban de û got ku daxuyaniya ku ew dixwîne li ser navê hemû rûspiyên herêmê hatiye.
Kurd şerê rûmetê dikin
El-Ebdela, tekez kir ku dê biratiya di nava pêkhateyan de dewam bike û wê li dijî hemû cûreyên êrîşan bin û got: "Kesên ji vê hevkariyê derkeve xayîne." El-Ebdela, berxwedana YPG/YPJ'ê pesinand û wiha dewam kir:" Xwedê rehma xwe li şehîdên Sûriyê bike, xwdê rehma xwe li şehîdên birayên me yên kurd bike. Birayên me yên kurd îsbat kirin ku ew parastina erd û namûsê dikin. " El-Ebdela, di berdewama axaftina xwe de got ku kurdan heta niha cûdahî ne kirine nava kurd , ereb û xiristyaniyan de, kurd di hemû mijaran de xizmeta hemû pêkhateyan kirin û tu cûdahiyê naxin navber ê."
Jin jî tevlî YPJ´ê bûn
Di merasîmê de her wiha berpirsyarê ewlekarî yê tabûra Şehîd Kemal Yûsif El-Ebdela, Selman Hemîd El-Mihemed axivî û bang li hemû pêkhateyên herêmê kir ku tevlî nava refên YPG'ê bibin. El-Mihemed, destnîşan kir ku hêzên YPG'ê bi armanca parastina herêmê kedek mezin dane û bersiva êrîşên komên çete dane. Di merasîmê de li ser navê jinên gund ên ji pêkahateyên ereb û tevlî YPJ'ê bûne axaftinek hate kirin. Di axaftinê de hate gotin ku ew li ser baweriya azadiya jina tevlî refên YPJ'ê bûne. Di axaftinê de hate diyarkirin ku jinên Til Hemîs bi armanca parastina ewlekariya herêmê tevlî nava YPJ'ê bûne wiha dawî li axaftinê hat:" Em wekî jinên ereb li herêma Til Hemîs bi armanca parastina jinan û rizgarkirina wan ji desthiladariya mêr, tevlî YPJ'ê bûne. Di dawiya axaftinê de hate gotin:" Armanca me ew e em edalet û wekhevî di nava hemû pêkhateyên herêmê de belavbin."
Çete êrişî vir kiribûn
Fermandarê Tabûra Şehîd Kemal Yûsif El-Ebdela, ku bavê Şehîd Kemale Yûsif El-Ebdela ye axivî û destnîşan kir ku tabûra wan navê xwe ji navê kurê wî yê ku bi destê komên çete yên êrşî gundê wan kiribûn hatibû qetilkirin hatiye kirin.
El-Ebdela, diyar kir ku komên çete 400 malbat ji herêmê koçber kirine û wiha dom kir:" Hêzên YPG'ê parastina hemû pêkhateyên herêmê dikin û malbatên me yên ji herêmê koçber bibûn parastine, pêwîste hemû gelê me bi rêzgirtin nêzî YPG'ê bibin." Bajaroka Til Hemîs di 21'ê sbata 2012'an de rastî êrîşên komên çete hat û bi dehan malên bajêr ji aliyê çeteyan ve hatin şewitandin û gelek kes di bajarê de hatin qetilkirin. Her wiha bajar rastî topbarana hêzên rêjîmê jî hatibû.
ANHA/QAMIŞLO