Şervanên YPG Cûdî Dêrik, Fîran Gabar, Ciwan Azad, Omer Ebudlqadir, Xemgîn Til Temir û Firat Rêber ku li Bakûrê Kurdistanê dihatin dermankirin ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve hatin girtin. Ev her 6 şervan bi awayekî fermî di Deriyê Sînor ê Murşitpinarê re derbasî Tirkiyeyê bûn, lê hêzên dewletê di 8’ê Tebaxa 2015’an de ew girtin û di deriyê Sînor ê Bab El-Hewayê re radestî çeteyên Ehrar El-Şam kirin.
Her 6 şervanên YPG’yî êvara îniya derbasbûyî gihiştin kantona Efrînê û ew rakirin nexwexaneya Avrîn da ku lêkolînên tenduristî werin kirin.
Şervanan behsa tişta hatî serê wan ji ANHA’yê re kir.
‘Em ê we radestî Kampa Afad bikin’
Cûdî Dêrik beriya ku beşdarî hêzên YPG’ê bibe, di rêveberiya hêzên Asayîşê yên kantona Kobanê de cih digirt. Cûdî Dêrik got: “Me ji bo dermankirinê berê xwe da Tirkiyeyê. Piştî ku daxwaza derbasbûna me ji aliyê rêveberiya deriyê Murşitpinarê ve hate qebûlkirin em çûn. Em li nexweşxaneyeke Enqereyê dihatin dermankirin. Piştî demeke kurt hêzên dewleta Tirk bi ser me de girtin û em birin. Em 4 rojan li gel hêzên îstixbaratê yîn delweta Tirk girtî man. Piştre ji me re gotin ‘Em ê we radestî Kampa Afad a koçberan bikin.”
Cûdî Dêrik anî ziman ku hêzên dewleta Tirk ew birin deriyê sînor ê Bab El-Hewa û ew radestî çeteyên Ehrar El-Şam kirin û rûpelek jî radestî çeteyan kirin, li ser hatibû nivîsandin ku ev girtiyên PKK’ê ne.
Dêrik got ku çeteyên Ehrar El-Şam êşkenceya psîkolojîk û fîzîkî li ser wan daye meşandin û 7 caran cihê wan guhertine.
‘Dixwestin em tevlî wan bibin’
Şervanê bi navê Fîras Gabar jî got ku ew li girtîgehek bin erdê hatibûn ragirtin û çeteyan ji bo xwe ji sermayê biparêzin tiştek nedidan wan.
Gabar got: “Çavên me girtî bûn, destê me girêdayî bûn. 4 rojan halê me wiha bû. Wan me neçar dikir ku em xendekan ji wan re bikolin. Şûna êşkenceyê hê jî li ser bedena min xuya dike. Girtîgeha em tê de, mîna cihê veşartî yên bin erdê bû. Pir sar bû, tiştekî ku em xwe pê germ bikin tune bû. Çeteyan pir êşkenceya psîkolojîk û fîzîkî li ser me dida meşandin. Di nava çeteyan de kesên Kurd jî hebûn, zext li me dikirin ku em tevlî çeteyan bibin. Emîrekî Kurd ê bi navê Ebû Hemze El-Kurdî ji me dixwest ku em tevlî çeteyên Ehrar El-Şam bibin da ku şerê ‘gawiran’ bikin.
Şervanê bi navê Omer Ebdulqadir jî got: “Çeteyan dema ku xwarin tanîn ji me dixwestin ku em berê xwe bi dîwaran ve bikin. Li me dixistin, li me êşkence dikirin.”
Ciwan Azad jî yek ji şervanên ku dewleta Tirk ew radestî çeteyan kirî ye; ew dibêje: “Dema ku YPG’ê li eniyên şer serkeftin bi dest dixist, çeteyan êşkenceya li ser me zêdetir dikir. Her roj, wekî salekê di ser me re derbas dibû. Me xwe wekî miriî didît, lê YPG’ê dest ji me bernedan û jiyana me ji çeteyan xelas kir.”
Xemgîn Til Temir jî got ku armanc ji vê kiryara dewleta Tirk ew e ku serkeftinên YPG´ê li Rojava binpê bike. Şervanan malavahiya Komîteya Ewlehiyê ya Yekîneyên Parastina Gel kir.
ANHA/EFRÎN
Tirkiye edî nikare veşêre
Endama Desteya Rêveber a Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Ferhad Dêrik derbarê kiryarên dewleta Tirk ên li dijî herêmên Rojavayê Kurdistanê de ji ANHA’yê re axivî û got, di hemû êrîşên li dijî herêmên Rojava ji Dêrikê heta Efrînê de destê dewleta Tirk hebû.
Dêrik destnîşan kir ku dewleta Tirk bi êrîşên xwe yên li dijî herêmên Rojava dixwaze ku gelê herêmê jî bersivê bide da ku bi vê hincetê derbasî Rojava bibe.
‘Petrol ji çeteyan girtiye’
Ferhad Dêrik destnîşan kir ku rizgarkirina Girê Spî ji aliyê şervanên YPG’ê ve ji bo Tirkiyeyê wekî mirinê bû û got: "Li gel me belge hene ku hevkariya dewleta Tirk bi çeteyan re îsbat dikin. Tirkiye deriyên xwe li pêşiya çeteyan vekiriye, çek û alîkariya lojîstîk ji wan re şandiye, birîndarên çeteyan derman kirine û petrol ji wan kiriye."
Dêrik bang li hikûmeta Tirk kir da ku dest ji van kiryarên xwe yên li dijî gelê Rojava berde û êdî bes piştgiriyê bide çeteyan. Dêrik wiha axivî: "Divê dewleta Tirk bigihêje wê baweriyê ku tevahiya gelên Sûriyeyê û hêzên navnetewî hêzên YPG’ê wekî hêzeke bingehîn a li dijî DAIŞ’ê û hêzên din ên terorîst qebûl dikin."
Ferhad Dêrik di serî de Franse bang li hemû hêzên Koalîsyona Navnetewî ya li dijî DAIŞ’ê kir ku zextê li dewleta Tirk bikin da ku siyasetên li dijî Rojava bide rawestandin û êdî piştgiriya çeteyan neke.
ANHA