Hêzên YPG roja 13’ê Hezîranê li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê, çalakî pêk anîn. Li gorî daxuyaniya Navenda Ragîhandinê ya YPG’ê di wan çalakiyan de herî kêm 15 leşkerên dijmin hatine kuştin.
Di daxuyaniya YPG’ê de hate gotin ku şeva 13’ê Hezîranê li ser rêya di navbera gundên Qîmarê û Beradê yên bi ser navçeya Şêrawa, hêzên YPG’ê tirêmpêlek leşkerî ya koma çeteyên Firqet Hemze hedef girtin. Ji bo vê çalakiyê ev tişt hate gotin:” Di encama çalakiyê de seyare tevî 3 çeteyên tê de hate tunekirin. Navên çeteyên ku hatine kuştin wiha ne; Mistefa El Ebdillah ê ji Heleb, Mihemmed Xalid El Mehmûd ê ji Cebel Zawiye û Ehmed Ebu Cerrah in”
Her wiha di dewama daxuyaniyê de, hate destnîşankirin ku sibeha 13’ê Hezîranê, yekîneyên artêşa dagirker û çeteyên wê yên li gundê Xalta ya navenda bajarê Efrînê bicîh bûbûn ji aliyê hêzên YPG’ê ve hatiye hedefgirtin û daxuyanî bi vî rengî dewam kir: “Di encama çalakiyê de siyareyek leşkerî hate îmhakirin, yek jê leşker herî kêm 12 çete hatin kuştin. Piştî çalakiyê seyareyeke zirxî ya ku xwest mudaxele bike ji alî yekîneya me ve hate hedef girtin û seyare tevî çeteyên tê de hate îmhakirin. Hejmara çeteyên ku di seyareyê de hatin kuştin nehat zelalkirin.”
EFRÎN