YPG’ê bi daxuyaniyekê diyar kir ku li navçeyên Mabata û Şera yên Efrînê di çalakiyên hêzên wan de gelek dagirker hatine kuştin. Yek ji çeteyên kuştî jî, serçeteyê bi navê Abdulrezzaq El Bekir e.
Navenda Ragihandinê ya YPG’ê li ser çalakiyên hêzên wan ên hefteya dawî, ev agahî dan: “Hêzên me di hefteya duyemîn a meha Tebaxê de li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li bejahiya navçeyên Mabata û Şera çalakiyên bi bandor li dar xistin. Agahiyên der barê çalakiyên lidarxistî de wiha ne;
8’ê Tebaxê hêzên me li navçeya Mabata li hemberî seyareya serçeteyê bi navê Ebdulrezzaq el-Bekr çalakiyeke sabotajê li dar xist. Di encama çalakiyê de serçete hate kuştin.
11’ê Tebaxê yekîneyên me li hemberî konvoya dewriye ya artêşa dagirker û çeteyên wê, çalakiyeke sabotajê li dar xist. Di encama çalakiyê de eskerekî Tirk û gelek çete hatin kuştin, hejmarek çete jî birîndar bûn.”
2 jinên Kurd revandine
Her wiha çavkaniyên ji Efrînê ragihandin ku dagirkeran li Efrînê 2 jinên Kurd revandine.
EFRÎN
Em ê gelê xwe biparêzin
Du sal di ser rizgarkirina Minbicê ji destê DAIŞ’ê re derbas bûn. Ji fermandarên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê, Şervan Derwîş diyar kir ku ew li cem kesên ji DAIŞ’ê birîn girtine ne û dê wan biparêzin û got: “Em bawer dikin, salvegera duyemîn a bajarê me dê rojên azad ji bo her kesî bîne.”
Di navbera aliyê çeteyên Mertalê Firatê û Meclîsa Leşkerî ya Minbicê de eskerên DYE û Fransayê yên girêdayî koalîsyonê tên peywîrdarkirin. Her tim di çapemeniya Tirk de nûçeyên “dewriye digerin” jî girêdane prosedurê.
Ji fermandarên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê, Şervan Derwîş rewşa dawî ya li bajêr vegot. Derwîş got, tehdîdên DAIŞ’ê ji ser bajêr rabûne, lê zextên komên Mertalê Firatê li ser bajêr dewam dikin. Derwîş wiha axivî: “Heta roja îro gelek rê ceribandin. Lê em di salvegera duyemîn a rizgarkirina bajarê xwe de ne. Gelê me tevî wan tehdîdan jî li ser piyan e û xwe bi xwe birêve dibe. Em xwedî rêxistinekê ne ku bajêr diparêze. Tiştên ji bo Minbicê tê gotin, ne rast in. Tirkiye û komên girêdayî wan li pey in ku li herêmê tevlîheviyê derxin.”
Derwîş destnîşan kir ku ew li cem kesên DAIŞ’ê wan birîndar kirine ne û dê wan biparêzin û got, “Em bawer dikin salvegera duyemîn a bajarê me dê rojên azad ji bo her kesî bîne.”
MA / MINBIC