Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG’ê bi daxuyaniyekê diyar kir ku 9-10’ê Cotmehê li navçeya Şiyê bi çalakiya sabotajê 2 çete, li Racoyê çeteyek û li navçeya Cindirêsê jî bi çalakiyeke sekvaniyê çeteyek hatine kuştin.
Daxuyaniya YPG’ê bi vî rengî bû: “9’ê Cotmehê, yekîneyeke me li gundê Hec Hesna ya girêdayî navçeya Şiyê, li dijî wesayîteke eskerî ya koma çete ya bi navê Sultan Mehmed çalakiyeke sabotajê pêk anî. Di encama çalakiyê de 2 çeteyên bi navên Nîhad el Mehmûd û Nîzar el-Idlîbî hatin kuştin.
10’ê Cotmehê yekîneyêke me li gundê Dumiliya ya ser bi navçeya Raco ve li dijî wesayîteke eskerî ya koma çete ya bi navê el-Mutasim çalakiyeke bi bandor kir. Di encama çalakiyê de çeteyê bi navê Xalid Ebdilla yê ku bi eslê xwe ji Idlîbê ye, hate kuştin.
Heman rojê, yekîneyêke me li gundê Dêrbelûtê yê ser bi navçeya Cindirêsê, li dijî koma çete ya bi navê Sultan Murad çalakiyek sekvaniyê pêk anî. Di encama çalakiyê de çeteyê bi navê Muhened el-Hesen ku bi eslê xwe ji Idlîbê ye, hate kuştin.”
EFRÎN