Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG’ê bi di malpera xwe ya fermî de da xuyakirin ku di çarçoveya pengava dawiyê ya Bagera Cizîrê de, li bajarokê Hecînê di operasyonên 6 û 7’ê Çile de 8 DAIŞ´iyên ji DYE, Rûsya, Ukrayna, Elmanya, Qezaxistan, Tacîkistan û Ozbekistanê hatine girtin.

YPG´ê got, di çarçoveya pengava dawiyê (Şerê Tinekirina Terorê) ya Bagera Cizîrê de ev endamên çeteya DAIŞ´ê hatine girtin: “Li gel ku li gelek cihan çeteyên DAIŞ´ê derbên giran ji destê hêzên me dixwin jî, bi êrişên berfireh hewl didin pêşî li serketina hêzên me bigirin. Gelek plansaziyên êrişan yên ku hem sîvîlan hedef digirin him jî sekinandina bipêşketina hêzên me armanc dikin, bi operasyonên taybet yên hêzên me, hatin pûçkirin.”

YPG’ê ji bo DAIŞ´iyên hatine girtin got, “Komek ji çeteyên biyanî yên ku li hember sivîlan êriş plan dikirin, ji aliyê yekîneyên me yên peywendîdar ve, di encama şopandina teknîkî û fîzîkî de hatin girtin. Di operasyonên 6 û 7´ê Çile de 8 çeteyên ji DYE, Rûsya, Ukrayna, Elmanya, Qezaxistan, Tacîkistan û Ozbekistanê bi saxî hatin girtin.”

YPG´ê nasnameya van çeteyan jî bi raya giştî re parve kir:

-  Adil Rahîmov, (Ebû Emîne Ozbekî), 58, Ozbekistan

-  Ferhad Qadîrov (Ebû Bîlal Ozbekî), 28, Ozbekistan

-  Mihemed Dewlet (Ebu Mûshab Tacikî), 22, Tacîkistan

-  Askar Zarmanbetov (Ebû Dawûd Nûxa), 27, Ukrayna

-  Sattîbek Oshibaev (Ebû Rûqaya), 30, Qezaxistan

-  Bimurzaev Begjan (Ebû Sara), 30, Rûsya

-  Soulay Noah Su (Ebu Silêman el-Emrîkî), 16, DYE

-  Lucas Glaß (Ebû Îbrahîm el-Elmanî), 31, Elmanya