Di daxuyaniya navenda Çepemenî û Ragîhandina YPG’ê de hat bîbîrxistin ku “Hemleya Fermandar Rûbar Qamişlo” di roja xwe ya 44’an de li başûre Girê Spî û Silûk pêşveçûna hêzên wan yên Kobanê û Cizîrê didome û wiha pê de çû:” Hêzên me yên ku pêr gundê Qantariyê ya li ser rêya Duwelî ku ji başûrê Silûk derbas dibe azadkirin, ji ser heman rêyê ber bi rojava ve pêşde diçin. Şevê din hêzên me li vê herême 2 gundên din jî ji çeteyan paqij kirin. Di vê operasyonê de maşînekî çeteyan hat ruxandin û 5 çete jî hatin kuştin.”



4 şervan jiyana xwe ji dest da

Her wiha YPG’ê da xuyakirin ku di pevçunên 24 seatên dawî ya ku li vê herême hatiye jiyankirin de 4şervanên wan ku gihiştiye şehadetê û wiha dewam kir: “2. Çeteyên DAIŞ’ê şevê din hewldan li hember gundê Sikêniyê ku dikeve başûrrojhilatê Til Berak êrîşek lidarbixin. Piştî destwerdana hêzên me li qadê pevçûnekî dem kurt hatiye jiyankirin. Di van pevçunan de 2 endame çeteyan hatin kuştin. Komê çeteyan a ku hewldan êrîş bikin jî neçar man ji qadê birevin.ˮ 


 ANHA/KOBANÊ