Fermandariya Giştî ya YPG’ê diyar kir ku ew koma xwe ya ji Minbicê dikişînin ku ji bo xebatên şêwra eskerî û perwerdeya şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê li bajarê Minbicê bûn.
Fermandariya Giştî ya YPG’ê diyar kir ku koma wan a ji bo şêwra eskerî li Minbicê bû, erka xwe ya şêwrê, perwedeyê û alîkariya Meclîsa Leşkerî ya Mibicê bi dawî kiriye û got, wan şêwirmendên xwe yên eskerî piştî erka wan bi dawî bûye, vekişandine.
Komek ji bo şêwirmendiyê mabûn
YPG’ê di daxuyaniya xwe de got, piştî ku bajarê Minbicê hate rizgarkirin, hêzên wan 16’ê Mijdara sala 2016’an ewlekariya herêmê radestî Meclîsa Leşkerî ya Minbicê kiribûn û wiha pê de çû: “Hêzên me ji bajar vekişiyan û derbarê mijarê de daxuyaniyeke fermî hate dayîn, her wiha merasîma eskerî li ber ekranên televizyonan û saziyên çapemeniyê hate lidarxistin.
Li ser daxwaza Meclîsa Leşkerî ya Minbicê komek ji fermandarên me bi hêzên Leşkerî yên Minbicê re wekî şêwirmendên eskerî man. Vê koma me di aliyê perwedeyê de alîkariya Meclîsa Leşkerî ya Minbicê dikir.”
Pêwîst be em ê derhal bên
Her wiha YPG’ê da zanîn ku ev mayîna ji bo şêwirmendiyê bi awayekî kordînekirî û şêwra Koalîsyona Navdewletî pêk hatibû û got, “Xebatên koma me ya şêwrê heta saeta amadekariya vê daxuyaniyê dewam dikirin. Niha û piştî zêdeyî 2 salan ji berdewama karê wan, Meclîsa Leşkerî ya Minbicê gihişt asta ku karibe di aliyê perwedeyê de rêveberiya xwe bike, lewma Fermandariya Giştî ya YPG’ê biryara vekişandina şêwirmendên xwe yên eskerî ji Minbicê da.
Em wekî hêzên YPG’ê ji raya giştî û gelê me yê Minbicê re tekez dikin ku tekoşîn û fedekariya me beşek ji erka me ya rizgarkirina welatiyan ji terorîstên DAIŞ‘ê yên xeteriyeke mezin li ser tevahî mirovahiyê pêk aniye. Ji bo em erka xwe bidomînin, nameya me ji hemû cîhanê re ew e ku em ê tekoşîna xwe ya li dijî terorîstan bidomînin, em ê wan têk bibin û ewlekariyê li tevahî herêmên rizgarkirî pêk bînin. Di heman demê de em tekez dikin ku heger pêwîst be, hêzên me dê banga xizmên me yên Minbicê derhal pêk bînin.“
MINBIC