Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) ku xwe li ber parastina hemû jin, gelan û zarokan berpirsyar dibîne di navbera 1-2 Hezîranê de konferansa xwe ya 2. pêk anî. Ji bo nirxan biparêzin, civaka netewa demokratîk saz bikin û bibin hêza parastinê soz û biryardariya xwe nû kirin.

Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ), di navbera 1-2 Hezîranê de konferansa xwe ya duyemîn pêk anîn. 200 delege, nûnerên Kongra Star, Meclîsa Jinê, Rêveberiya Xweser û dayikên şehîdan, tevlî konferansê bûn. Konferans bi dirûşma “Em bi ruhê Leyla û bi hêrsa Avestayan, xwe ji nû ve ava bikin û dagirkeriyê têk bibin” pêk hat.

Di konferansa du rojan dewamkirî de li ser kar û xebatên YPJ´ê nirxandin hatin kirin. YPJ’ê rêziknameya xwe ji nû ve  saz kir û biryarên girîng der barê erk û berpirsyariyên xwe yên demê bê de girtin.

YPJ´ê encamnameya 2’emîn Konferansa xwe bi daxuyaniyekê eşkere kir.

 

Hin xalên encamnameyê wiha ne:

“Em konferansa xwe di serî de li şehîd Bêrîvan, Jînda, Hebûn Enteriyê, Destan, şehîdên Qereçoxê û bi sedan hevrêyên xwe yên çar beşên Kurdistanê, Rojhilata navîn û Cîhanê, pîroz dikin.

 

Qonaxeke nû ya têkoşînê

Piştî 7 salên tije şer, berxwedan û têkoşîn, em Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) bi gelê xwe re îro gihîştin qonaxeke nû ya têkoşîn, erk û berpirsyariyan. Li dijî çeteyên DAÎŞ’ê yên ku ji bo hemû mirovahî û jinan bûbûn bahoza tirsê, zilmê û kuştinê, YPJ’ê bi rûhê welatparêzî, bi sekna fedekar û wêrektî li hemberî vê hovîtiya mezin sekinî, şer kir, berdêlên giranbiha di oxira parastina gelan, welat û jinan de da. Li hemberî hemû şertên zor û zehmet yên vî şerî YPJ’ê, li kêleka Yekîneyên Parastina Gel YPG-QSD’ê gavek bi paşde neavêt. Berovajî bû hêza pêşeng, moral û bi destxistina destkeftiyên mezin. Em YPJ, çawa di rizgarkirin û tinekirina DAÎŞ’ê de, bi rola pêşengtiyê rabûn, di konferasê de biryar derket ku wê YPJ’ê, rista pêşengtiya avakirina civaka azad, demokratîk û wekhev bigre ser milê xwe.

   

YPJ’ê, ne tenê şerê DAÎŞ’ê dikir

Di konferansê de li ser hebûna jinê ya di nava şer û bandora wê de jî nirxandinên girîng hatin kirin: “Hebûna jinê di vî şerî de, di cîhanê de bû mînak û bi xwe re pir qalibên hişmendiya kevnar, paşverû yên di der barê jinê de şikandin. Rê li ber nîqaşên nû yên di der barê tekoşîna jinan de vekir. Bi vê jî diyar bû ku YPJ’ê, ne tenê şerê DAÎŞ’ê dikir, di heman demê de şerê hişmendiya 5 hezar salî dikir. Vî şerê rûmetê ji jinan re rêyeke nû vekir û nirxên mezin ava kir. Ji bo parastina van nirxan, me di konferansa xwe de careke din îşaret bi rista xweparastinê kir û biryardariya xwe ya di vî warî de bi bîrxist. Ji bo me tevahî jinan parastin ji av û xwarinê girîngtir e. Em YPJ xwe di ber parastina hemû jin, gelan û zarokan de berpirsyar dibînin. Ji ber ku hîna li Sûriyê, Rojhilata Navîn û cîhanê li ser jin, zarok û netewan xeteriyên mezin hene.

 

Amadekirina şervanên profesyonel

Em YPJ, ji bo xwe di warê pisportiya leşkerî de bi hêz bikin, xwe bighînin şervantiyeke rast hene. Li ser vê hişmendiyê me pêwîstî bi xwejinûveavakirin û gihîştina kesayetiyeke profesyonal a li gor şerê vê serdemê dît.

Me di konferansa xwe de careke din dît ku hîna gelek erk û berpirsyariyên dîrokî û bi taybet parastina nirxên civakê li pêşiya me ne. Ji bo em van nirxan biparêzin, civaka netewa demokratîk saz bikin û bibin hêza parastina wê me soz û biryardariya xwe nû kir.”

 

NAVENDA NÛÇEYAN