Koordînasyona Giştî ya YPS’ê diyar kir ku şeva 10’ê Tîrmehê saet di navbera 00:30-01:00 de li hemberî navenda çekdarên dewleta Tir, çeteyên AKP/Qesrê ya li baskê 7. ê artêşa Tirk ya li Wanê, yekîneyên wan bi çekên giran çalakiyek pêk anîye û ev agahî hatin dayîn: “Di vê çalakiyê de roket li depoya cebilxaneya baskê 7. ê artêşê ketin û di encamê de depoya cebilxaneyan teqiya. Hejmara mirî û birîndarên li vê derê nehat zelalkirin.” YPS´ê wekî din da xuyakirin ku roja 11’ê Tîrmehê saet di navbera 13:00-14:00 de, hêzên çekdar ên dewleta Tirk li taxa Xaçortê operasyonek dan destpêkirin. Li vê derê, di navbera yekîneyên wan û çeteyên dewleta Tirk de şer qewimiye.
Xelkê dewlet kire der
YPS dide zanîn ku wan encamên şer zelal nekirine, lê belê hevalekî wan jiyana xwe ji dest daye. YPS wekî din dide zanîn ku xelkê taxê li paşê derketiye derve, li ber hêzên çekdar ên dewletê rabûye û kiriye ku ev hêz qedemeyekê vekişin. Gelê berxwedêr cenazeyê şervanê jiyana xwe ji dest dayî jî li alê pêça.
YPS’ê nasnamaye şervanê wan êjiyana xwe ji dest dayî jî weke Sarîna ya li Marînosê ji dayik bûyî diyar kir.
WAN