YPS'ê li Şirnex, Kocaelî, Antalya, Mûgla û Edene çalakî kirin. YPSê ev çalakiyên xwe ji bo bibîranîna Mazlûm Jiyanda kir ku 1'ê Cotmehê li Qadên Parastinê yên Medyayê şehîd bû. YPS'ê di daxuyaniyê de ragihand, di çarçoweya ''pêngava tolhildanê ya li dijî mêtingerî û sîxûr-nokeran'' de li Şirnex, Mûgla, Kocaelî, Entalya û Edene çalakî kirine.
Daxuyaniya YPS'ê wiha ye: ''22'yê Hezîranê li herêma sinayî ya organîze ya IMES'ê ya navçeya Dîlova ya Kocaeliyê li dijî fabrîkaya ku malzemeyên sporê hildiberîne û çîmên sunî çêdike çalakiya sabotajê hat kirin. 28'ê Hezîranê li Mûglayê wesayita şexsî ya faşîstekî AKP-MHP'ê hatiye şewitandin. 28'ê Hezîranê li Dêrgulê ya Şirnexê araziya cerdevanekî yê noker ê bi navê Hamît Demîr hatiye şewitandin. 4'ê Tîrmehê nîvê şevê li navçeya Seyhanê ya Edene li dijî şûbeya A-100'ê, ku yek ji qesaya pereyan a AKP-MHP'ê ye çalakiya sabotajê hatiye kirin. 1'ê Tîrmehê li navçeya Manavgatê ya Entalyayê avahiya Recep Oz ê ku rêveberê AKP'ê ye hatiye şewitandin.'' NAVENDA NÛÇEYAN