Koordînasyona Giştî a YPS'ê nasnameya 3 endamên YPS'ê yên li Mêrdîn û Wanê jiyana xwe ji dest dayîn, eşkere kir.

Di daxuyaniya YPS'ê de tê gotin, "Şeva 21'ê Çileyê 2017’an seat 21:30’î li taxa Pirîkêta ya Qoserê endamekî me yê ku li ser peywira xwe bû, me agahiya şehadeta wan eşkere kiribû." YPS nasnameya endamê xwe yên jiyana xwe ji dest dayî, weke Ozgur Şoreş (navê sivîl Mehmet Ozgurtaş) ê li Serêkaniyê jidayikbûyî û 21'ê Çileyê 2017´an li Qoser şehîdbûyî eşkere kir.

YPS´ê wekî din da zanîn ku 12'ê Çileyê îsal li Wanê di encama şerekî bi hêzên dewleta Tirk re "2 endamên YPS Jinê şehîd bûn."

Li gorî daxuyaniyê endama Yekîneyên Parastina Sivîl (YPS)-Jinê Ekin Meysa (navê sivîl Zozan Turgut) a li Wanê ji dayikbûyî û endama YPS-Jinê Avesta Şengal (navê sivîl Sevgi Çatak) a li Wanê ji dayikbûyî, 12'ê Çileyê 2017´an li Wanê jiyana xwe ji dest daye. 


NAVENDA NÛÇEYAN