Koordînasyona Giştî ya Yekîneyên Parastina Sivîl (YPS), bi wesîleya yekemîn salvegera damezrandina YPS’ê li ser malpera xwe ya fermî daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hat gotin, “Em ê vê meşa serketinê, ku bi fermandarên pêşeng ên serhildan û şoreşa vejînê Binevş Agal, Adil Aslan, Ziynet Karaaslan, Nazê Ebdî, Gûrbet Aydin û Yilmaz Karakoçanan dest pê kir, bi pêşengên gel Mehmet Tûnç, Sêvê Demîr û Pakîze Nayiran, bi fermandarên serketî yên berxwedana leheng Çiyarger Batman, Rûken Hoserî, Çeko Çatak, Xebatkar Bîngol, Îslam Gever û Zeryan Amedan hat meşandin, wê bi Kurdistana azad bi ser bikeve. Bila gumana kesî ji vê nebe.”

‘Bersiva pêla êrîşa faşîst hate dayin‘

Di dewama daxuyaniya Koordînasyona YPS’ê de bal hat kişandin ser hewldanên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, têkoşîna azadiyê û gelê Kurd ên ji bo çareseriyê û hat gotin, “Lê belê, dewleta AKP’ê ya mêtînger, ji ber ku bi planên xwe yên qirêj nekarî pêşî li gelê me û Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê bigire, konsepteke nû xiste dewrê. Bi vê konseptê re xwest serî li Rêber û gelê me bide tewandin. Ji bo bi ser xistina vê konseptê jî mêtîngeriya AKP’ê ji 24’ê Tîrmeha 2015’an û pê ve li her devera Kurdistanê, ne tenê êrîşî gerîla kir, êrîşî me ciwanên Kurdistanê, gelê me, siyasetmedarên me kir û xwest, her tiştên li ser navê Kurdîtiyê ji holê rake. Gelê me li dijî vê pêla êrîşên faşîst, bi ragihandina xweseriya demokratîk bersiv daye û dest bi pêvajoya rêvebirina xwe kiriye.”

Gelê serhildanê 

Koordînasyona YPS’ê da xuyakirin, ku hem di şer de hem jî di aştiyê de çavkanî û hêza wan a jiyana azad, rastiya gel ê tekoşer e û got, “Tedbîra ji bo azadiyê, bi gelekî serhildêr ê xwedî têkoşîn, rêxistin û hişmendiya berxwedanê dibe. Gelê me bi hişmendiya serhildanê, li Cizîr, Sûr, Şirnex, Nisêbîn, Gever, Hezex, Farqîn, Gimgim, Silopiya, Dêrik û cihên mîna van deveran, bi ragihandina xwerêveberiyê, li ser bingeha refkleksa jiyana rojane ya civaka exlaqî-polîtîk, tercîha jiyana azad kiriye. Ji ber vê yekê, pêvajoya berxwedanê ya ku bi ragihandina xwerêveberiyê dest pê kir, ji her alî ve serdemeke nû ya dîroka me ya têkoşînê ye. Jiyana li ser bingeha xwerêveberiyê, jiyana xweseriya demokratîk e ku mîna şêweyeke jiyana komunal demokratîk a Rêber Apo, xwe nîşan dide.”

‘YPS rêxistineke parastinê ye’

Koordînasyonê dest nîşan kir, YPS li hemberî êrîşên faşîzan ên li dijî gel derketiye holê, mezin bûye û bûye rêxistineke parastinê. Di dewama daxuyaniyê de hat gotin, “Li dijî YPS’ê hê di dema destpêkê de şerê herî berfireh hatiye kirin. Li dijî artêşên mêtîngerên faşîst, ku ji 14’ê Kanûna 2015’an û pê ve di êrîşên de xwe sînor nasnedikirin, bi alîkariyeke bi sînor a kadro ya HPG’ê, asta amatoriyê ji holê hat rakirin û berxwedan hê bi bandor bû. Mînakên herî balkêş ên vê yekê, berxwedanên Şirnex, Nisêbîn û Hezexê ne. Tevî zor û zehmetiyên mehên zivistanê jî, kêm jî be bi desteka hevrêyên HPG’yî, hêza me xurtir kiriye, vîna me mezintir kiriye û berxwedana me hê bi bandor kiriye.”

‘Berxwedanê rûhê fedayî afirand‘

Koordînasyona Giştî ya YPS’ê da xuyakirin, ku berxwedana xwerêveberiyê ya li ser vê bingehê bi rengekî bi heybet, lehengî û fedayî hat meşandin û destnîşan kir, ku vê berxwedanê ruhek afirandiye. Koordînasyonê got, “Mîna ku fermandarê me yê nemir hevrê Çiyager jî got, ‘Çi dibe bila bibe wê encam bêhempa be’. Vê gotinê, asta ruhê ku ciwanên berxwedêr xwe gihandiye nîşan da. Bi ked û hewldanên mezin ên Çiyageran, Berfînan, Nûdayan; Rûkenan, Çekoyan, Îslaman, Bêrîtanan, Xebatkaran û Zeryayan ev ruh derketiye holê.”

‘Bila ciwan tevlî refên YPS’ê bibin‘

Tevî vê yekê, banga demê û serketina misoger, li tevahiya gelê me bi taybetî li ciwanên Kurdistanê yên leheng e. Em di demeke welê de ne ku her tişt banga serketinê li me dike. Em bang li ciwanên Kuristanê yên welatparêz dikin, ku ji bo herdemîkirina berxwedana xwerêveberiyê, li her cihê lê ne li ser bingeha hişmendiya xweparastinê xwe bi rêxistin bikin û tevlî nava refên YPS’ê bibin.”

‘Di sala duyemîn de emê berxwedanê geş bikin‘

Di dawiya daxuyaniya YPS’ê de salvegera yekemîn a damezrandina YPS’ê li gelên Kurdistanê hat pîrozkirin û hat gotin, “Di şexsê şehîdên me yên berxwedana xwerêveberiyê de em hemû şehîdên xwe bi minetdarî bibîr tînin. Di sala duyemîn a têkoşînê de em ê ji her alî ve mezin bibin û li ser bingeha ruhê serketinê yê fermandarên me yên fedayî yên leheng, em bi biryar in ku li ser rêya ‘Rêberê Azad, Kurdistana Azad’ şerê xwe yê berxwedanê geş bikin.”


Karayilan: YPS’ê mohra xwe li dîrokê xist


Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan bi wesîleya yekemîn salvegera damezrandina YPS’ê, li malpera înternetê ya fermî ya YPS’ê (http://yps-online.com/) nivîsek nivîsand. 

Karayilan got, “Tevgereke gel ku bi daxwaza mafê xwezayî derket holê, li hemberî xwe teroreke dijwar a dewletê dît. Di nava rewşeke bi vî rengî de avabûna YPS’ê xusûseke gelekî girîng e.” Karayilan wiha dewam kir: “Di vir de ya girîng ew e, ku ev yek weke pêwîstiyekê derketiye holê. Her wiha daxwaza berxwedanê ya li nava şer, kir ku ev pêkhate xwe bi rêxistin bike. Aliyê xwe yê watedar jî ev e.”

Karayilan anî ziman, YPS bi ruhekî fedayî ava bûye û got, “Tevî ku YPS di demeke kurt de ava bû, berxwedaneke gelekî mezin rabû. Vê yekê nîşan da ku siberoja wê ronî ye. Cihê pesindayînê ye ku YPS di nava berxwedana ciwanên Kurdistanê de bi ruhê fedayî yê Apoyî ava bûye. Stratejiya şerê Gel ê Şoreşgerî, qonaxeke ku gel dikare li her qonaxa têkoşîna şoreşgerî de tevlî nava têkoşînê bibe. Me ev yek di berxwedana xwerêveberiyên li bajaran dît. Temamiya berxwedêrên vê berxwedanê, ne kadroyên ku beriya niha tevlî têkoşînê bûbûn, perwerde dîtibûn û milîtan bûn. Piraniya wan ciwanên ji nava gel, gel bi xwe bûn. Lê belê tevî vê yekê jî lehengiyeke gelekî mezin nîşan dan. Eger li Şirnexê, li Nisêbînê, li Cizîrê, ew ciwanên qet perwerde nedîtine mîna pilingekî li dijî dijmin li ber xwe dan, ev yek cewhera nava ciwanan radixe pêş çavan.”

Karayilan di dawiya nivîsa xwe de salvegera yekemîn a damezrandina YPS’ê li gelên Kurdistanê, ciwanên Kurdistanê pîroz kir û got, “Ez, lehengên ku bajarên Kurdistanê veguherandin abîdeya berxwerdanê careke din bibîr tînim. Bi meşa li ser rêya wan, em dikarin van lehengan bibîr bînin.” Karayilan hemû endamên YPS’ê silav kir û di sala duyemîn de serketin xwest.


Kalkan: Teqez e ku encam serfirazî be


Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan têkildarî berxwedanên xwerêveberiyê û tecrûbeya YPS’ê li ser malpara nirxandinên berfireh kirin. 

Kalkan anî ziman, ji serketin û kêmasiyên berxwedana xwerêveberiyê divê ders werin girtin û divê ev berxwedan ji pêvajoya nû re were veguhastin. Kalkan got: “Li gel hemû şaşîtî û kêmasiyan jî berxwedanên pêk hatîn, bûne berxwedanên dîrokî. 

Ciwanên Kurd, şervanên azadiyê yên gelê Kurd xwedî pêkanîna vê hêzê, vînê, bîr û baweriyê, wêrekî û fedakariyê ne. Ya dî jî rexnedayina rast, têra xwe derswergirtin, pêkanîna pratîkên têkoşîna nû bi rengekî bêhtir bi rêxistinî, bi plan, bi karîgertir, ji hêla taktîk û rarz, şêwaz û tempoyê ve têrkar, gava serfiraziyê ya ku gavek jê re maye, di pratîka 2017’an de were avêtin. Bi vî awayî jî divê 2017 veguhere sala azadiya Rêber APO û azadiya Kurdistanê. Em bawer dikin ku weke gel û tevger em dikarin vê bikin. Em bawer dikin ku hêzên xweprastinê jî di têkoşîneke wiha de wê ji ya berê bêhtir, bi derswergirtina ji kêmasî û şaşîtiyan, wê serkeftin û serfiraziyên mezintir bi dest ve bînin, wê bibin ew hêz ku hêzeke mezin bidin vê têkoşînê. Li ser vê bingehê di têkoşîna 2017’an de em serkeftina mezin ji hemû hêzên têkoşer, berxwedêrên xwerêveberiya demokratîk re dixwazin. Em careke din diyar dikin ku em ê di rêça şehîdên xwe de bimeşin û em bawer dikin ku serkeftin teqez wê pêk were.”