YPS’ê ragihand, di van çalakiyan de gelek çeteyên qesrê hatin kuştin û destnîşan kir ku encama gelek çalakiyên ku kuştiyên çeteyan çêbûn, nehatine zelalkirin.

Di saetên serê sibehê de tankek ku xwest têkeve taxa Dîcle ya Nisêbîna Mêrdîn rastî bersive hêzên YPS û YPS-JİN’ê hat. Di dema hewildana ketina tankê ya taxê de teqînên mezin pêk hatin. Tanka ku hate derbkirin ji aliyê tankekî li ser doçka barkirî ber bi Lîseya Emîre Gozlu ya li derveyî bajêr ve hate birin. Piştî teqînê li navçeyê tevgera ambulansa dest pê kir. 


Li ser rêya Mêrdîn-Şemrexê teqînek pêk hat. Li gor agahiyên ewil di teqînê de tîmekî taybet mir, 3 jî birîndar bûn.  Li gor agahiyên bi dest ketî; Konvoya leşkerî ya ji Amedê ber bi Mêrdînê ve diçû, di veqetandeka Şemrexê de teqîneke dijwar pêk hat. Di encama teqînê de tîmekî taybet mir, 3 tîmên taybet jî birîndar bûn. 


Di daxuyaniya Kordînasyona Giştî ya YPS’ê de ev agahî hatin dayîn:

Di daxuyaniya YPS’ê de hate ragihandin ku êrîşên çeteyên AKP’ê yên li dij taxan bi tundî ji aliyê hêzên wan ve tên bersivandin û di şerê pêr de herî kêm 4 tîmên taybet hatine kuştin. YPS’ê têkildarî şervanên xwe yên di pevçûnan de jiyana xwe ji dest dane de jhi agahî dane. YPS’ê ragihand ku didemên cuda de 4 şervanên wan jiyana xwe ji dest dane. 


 MÊRDÎN