Di daxuyaniya fermandariyê de hat ragihandin, ku vîna xwerêveberiyê ya gelê Kurd bi şer û qirkirinê bersiva xwe dibîne û hat gotin, “Xwerêveberiyên me yên ku jin, ciwan û hemû civak lê bi awayekî demokratîk û azad bijîn, polîtîkayan hilberînin û hêza xwe karibin bi kar bînin, bi terora dewleta ji zîhniyeta mêr re rû bi rû ne. Îro li her devera Kurdistanê, jin, zarok, ciwan, extiyar tên qetilkirin. Li hemberî vê komkujiya ku cîhan hemû û civaka Tirkiyeyê bêdeng e, weke jinên Kurd em ê serî netewînin.”

Di daxuyaniyê de hat gotin, “Berxwedan û têkoşîna azadiya jinên Kurd ji me re çand û mîrateyeke gelekî xurt hiştiye” û hat destnîşan kirin, ku çawa dewleta Tirk li zîndanên Amedê li pêşberî berxwedana Sakîne Cansiz têk çû, jinên şopdarên wê, wê di roja îro de jî dewletê têk bibin.

Di daxuyaniyê de YPS Jin a Botanê li hemû jinên sosyalîst û Kurd hate pîroz kirin û wiha hate gotin: “Em bang li hemû jinên Kurd li dijî şîdeta dewletê û her şêwe şîdeta bi zîhniyeta ji serdestiya mêr têdikoşin dikin, ku tevlî nava refên YPS Jin bibin. YPS Jin eniya herî xurt a berxwedanê ya jinên li Kurdistan û Tirkiyeyê ye. Girîng e jin hemû beşdarî vê eniya berxwedanê bibin û ji bo azadiyê vê eniyê mezintir bike. Di serî de jinên ciwan em bang li hemû jinan dikin ku tevlî berxwedana YPS Jin a Botanê bibin, ku li tevahiya Botanê bi taybetî jî li Cizîr, Silopiya, Hezex, Nisêbîn, Kerboran û Şirnexê bi rêxistin bûye.

YPS Jin a Botanê me ku me di salvegera komkujiya Parîsê ya 9’ê Çileyê de damezrandina wê ragihand, wê bibe nûnera herî xurt a xeta berxwedanê ya hevrê Sara. Bi vê wesîleyê em hevrê Sara, Rojbîn û Ronahî bi rêzdarî bibîr tînin û destnîşan dikin ku em ê hesabê hemû komkujiyên li hemberî jinan bi taybetî komkujiyên Parîs û Silopiyayê bipirsin.”  


 ANF/CIZÎR