Koordînasyona Giştî ya YPS’ê têkildarî hin bûyerên ku pêvajoya bihurî li Wan û derdora wê qewimîn, daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de agahiyên nasnameya 5 endamên YPS’ê ku di şer de jiyana xwe ji dest dane, hatin ragihandin.
YPS da zanîn ku hêzên wan endamê baskên ciwanan ê AKP’ê yê bi navê Selçûk Yagin ê li navçeya Bêgirî ya Wanê hişyar kiribû, lê ji ber ku wî guh neda hişyarkirinê 25.10.2016’an saet 20.00’an, bi bombeyan çalakiyek li dijî mala vî kesî li dar xistine ku tenê rê li ber zirara madî vekiriye.
YPS´ê wekî din da zanîn ku li bajarokê Çelebîbagê yê Erdîşa Wanê, 29.11.2016’an kesekî bi navê Ahmet Ataman agahî li ser yekîneyeke wan daye hêzên Tirk û di encama serdegirtina malê de, dijmin dayika malê qetil kiriye, lê endamên YPS´ê yîn di malê de bi şer ji malê karîne derkevin û di encamê de bi awayekî zelal sê polîsên tevgera taybet hatine kuştin. YPS´ê da zanîn ku piştî qetilkirina Hediya Atamanê, hêzên dewleta Tirk a dagirker, mal tevî cenazeyê wê şewitandiye.
YPS´ê wekî din da zanîn ku di encama giliyekî de li gundê Tevla Dêrê ya Erdîşa Wanê, 02.12.2016’an 3 endamên wan di malekê de hatine dorpêçkirin. Die encama şer de her sê jî birîndar bûne. Du YPS´yiyên birînên wan ne zêde giran, ji bo dîl nekevin destê hêzên dewleta Tirk a dagirker, dawî li jiyana xwe anîne, Xebat Andok ku yê sêyem bû bi birîndairya giran dîl hatiye girtin û di encama êşkenceyê de hatiye qetilkirin.
YPS´ê nasnameya van endamên xwe wiha eşkere kir: Hamza Berman (Suheyl Kızılkaya) yê li Mûş-Qopê ji dayik bûyî, Kendal Munzur û Xebat Andok (Mehmet Doldoş) ê13.07.1995´an li Denizliyê ji dayik bûyî.
YPS´ê li ser şerê 30’ê Adarê li taxa Salihiye ya Wan Erdîşê jî da zanîn ku di şerê 3 saetan dewam kirî de 2 polîsên tevgera taybet hatine kuştin û 2 endamên wan jî jiyana xwe jidest dane. YPS´ê nasnameya van endamên xwe wiha eşkere kir: Rojhat Xwînrêj (Sezgin Cengîz) ê 1994´an li Wan-Erdîşê ji dayik bûyî, Ozgur Serhat (Ferhat Dag) ê 10.10.1992´yan li Wan-Erdîşê ji dayik bûyî.
YPS´ê wekî din da zanîn ku wan li Erdîşa Wanê Adem Şahîn 27’ê Adara 2017’an kiriye bin çavan, ev kes li xwe mikur hatiye ku sîxuriyia dewleta Tirk dike û ji ber wê jî ew kes heman rojê hatiye cezakirin.
Herî dawî YPS´ê da zanîn ku li gundê Exte ya Erdîşê ya Wanê û derdora wê, 27’ê Gulanê bi şev saet 22.30’î, endamên wan li vir bi zelalî ji hêzên delweta Tirk a dagirker ên di kemînl de bi zelalî 3 kes kuştine û 1 jî bi giranî birîndar kirine.
NAVENDA NÛÇEYAN