
Kordînasyona Giştî ya Hêzên Parastina Sivîl (YPS) derbarê berxwedana xwerêveberiyan de û êrişên çekdarên dewleta Tirk de daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniyê de hat gotin, çeteyên AKP-DAIŞ´ê di nava sê rojên derbasbûyî de tevî hewldan û êrişên xwe hemûyan jî li ber berxwedana wan şikestine û herî kêm 25 çeteyên dewleta Tirk hatine kuştin.
Li gorî daxuyaniya YPS´ê di şerê sê rojên dawiyê debi awayekî zelal hatiye tesbîtkirin ku payebilindekî artêşa Tirk, 18 endamên tevgera taybet a polîs (POH), 6 endamên tevgera taybet a jendermeyan (JOH) gatine kuştin, 8 POH û 2 JOH jî hatine birîndarkirin. Li gorî navçeyan encamên şer wisa ne:
NISÊBÎN: Roja 5´ê Nîsanê kepçeyeke zirxî li taxa Alika dema xwest bikeve taxê welê lê hat kirin ku hew were bikaranîn. Roja 7´ê Nîsanê jî li taxa çaxçaxê wesaîteke zirxî û kempeçeyeke zirxî hatin derbkirin, di encamê de kepçeya derb xwarî vekişiya, herçî wesaîta zirxî a tîpa ejder bû jî welê lê hat ku neyê bikaranîn û enqayê wê jî li cihê lê hat hiştin. Di vî şerî de hejmara kuştî û birîndarên dewletê nehatiye zelalkirin. Heman rojî di li heman taxê di çalakiya YPS JIN´ê deçeteyekî dewleta Tirk hat kuştin.
Heman rojê li taxa Şehîd Gelhat maşîneke zirxî ya tîpa ejder hat îmhakirin. Dewleta Tirk kuştiyên xwe bi gelek ambulansan rakirin û YPS wê encaman paşê eşkere bike.
Roja 8´ê Nîanê li taxa Alika di bersiva hêzên YPS´ê de êrişa çekdarên dewletê hat çikandin û 2 çete hatin kuştin. Li heman taxê di malekê de jî 3 çeyeên dewletê hatin kuştin. heman rojê balefireke keşfê ya bi mirov hat xistin. Heman rojê li taxa Çaxçaxê li malekê li dijî çeteyên li malekê çalakî hat lidarxistin, lê hejmara kuştî û birîndarên wan de agahiyên zelal nehatine bidestxistin. Heman rojê di şer de 5 JOH hatin kuştin û 8 POH jî hatin birîndarkirin.
Roja 9 Nîsanê li taxa Çaxçaxê welê li kepçeyeke zirxî hatkirin ku neyê bikaranîn. Heman rojê balefireke din a keşfê a bê pîlot hat xistin. Di vê navberê de ji ber topbaranê û bobekirinê de gelek avahî hilweşiyan.
ŞIRNEX: Roja 9´ê Nîsanê di şer de 2 endamên POH´ê hatin kuştin. Li ber dibistana kevin maşîneke zirxî a tîpa kobra derb xwar.
Roja 10´ê Nîsanê li ser rêya Navyenê maşîneke zirxî a tîpa kobra hat îmhakirin. Şerê li taxên Dîcle û Cumhuriyetê jî dewam dike û YPS wê derbarê encaman de paşê daxuyaniyê bide. Heman rojê li nêzî girtîgeha kevin li dijî endamên JOH´ê çalakiyek hat lidarxistin û di encamê de 2 JOH hatin kuştin û 2 jî hatin birîndarkirin.
Roja 9´ê Nîsanê li ser rêya Sêrtê jî endamekî JOH´ê hat kuştin. Di şerê li Yeni Mahalle jî ku ji pêr ve şer lê dewam dike, dewleta Tirk gelek ambulans ji bo kuştî û birîndarênb xwe şandine deverê. Heman rojî li taxa Ismet Paşa çeperek çeka A-4´ê hat derbkirin û 3 endamên JOH´ê hatin kuştin.
GEVER: Roja 9´Ê Nîsanê li derdora depoya avê çeteyên dewleta Tirk ên xwestin bikevin taxa Cumhuriyetê hatin hedefgirtin; di şer de yek jê payebilind 6 çekdearên dewletê hatin kuştin. Di vî şerî de gelek birîndarên çeteyên dewletê jî hene. YPS dide zanîn ku ew ê derbarê encamên vî şerî de paşê daxuyeniyeke berfireh bide.
Kordînasyona Giştî ya YPS´ê wekî din dide zanîn ku top û bombebarandineke dijwar li dijî taxan dewam dike.
NAVENDA NÛÇEYAN